Li Rojava hêjmara kesên ku bi vîrûsê ketine gihaşt 253 kesî 2020-08-19 09:21:28   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 34 kesên din li herêmê bi vîrûsê ketine, hêjmara giştî gihêştiye 253 kesî.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa ragihand ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine, 8 kes jî rewşa wan başbûye.    Kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ne: 13 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 4 kes li Amûdê, kesek jî li Girkêlegê. Ciwan da zanîn ku hêjmara giştî ya nexweşan gihêştiye 253 kesî ji wan 36 kes rewşa wan başbûye û 15 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.