Li Rojava 14 kesên din bi vîrûsê ketin 2020-08-18 10:34:56   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 14 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine. Bi tevahî heta niha 219 kesî bi vîrûsê ketin.    Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 14 rewşên din yên vîrûsa koronayê li herêmê hatin dîtin, her wiha 2 kes jî rewşa wan baş bûye. Kesên ku bi vîrûsê ketine wiha ne: 8 kes li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 2 li Amûdê û li Kobanê jî kesek.    Ciwan destnîşan kir ku hêjmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine dighêje 219 kesî, ji wan 14 kesî jiyana xwe ji dest daye.    Hêjaya bibîrxistinê ku biryara Rêveberiya Xweser a ferzkirina lixwekirina ropûşan wê îro bikeve meriyetê de. Rêveberiya Xweser biryara lixwekirina ropûşan ser welatiyan li deverên giştî weke bazar, sazî û hemû deverên ku tevgera gel lê çêdibe da ferizkirin û yê ku vê biryarê pêkneyine wê baca bide.