Li Rojava 205 kes bi vîrûsa koronayê ketin 2020-08-17 09:24:17   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kesek din jî bi vîrûsa koronayê ketiye û 5 kes jî rewşa wan baş bûye. Bi tevahî 205 kes bi vîrûsê ketin.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa da zanîn ku îro kesekî din jî li li herêmê bi vîrûsa koronayê ketiye. Yek jî li Qamişlo jiyana xwe ji dest daye mirovekî 60 saliye û 5 kes jî rewşa wan baş bûye. Kesê ku bi vîrûsê ketiye ji Herêma Şehbayê ye. Bi vê yekê hêjmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine gihaşt 205 kesî, ji wan 14 kesan jiyanan xwe ji dest daye û 26 kes jî rewşa wan baş bûye.   Hêjaye bibîrxistinê ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî biryara qedexeyê duh bi birayeke nû ragihand ku divê êdî welatiyên herêmê bi rûpoşan li derve tevbigerin. Rêveberiya Xweser lixwekirina rûpoşan di cihên giştî de weke bazar, sazî û hemû deverên ku tevgera gel lê çêdibe da ferzkirin. Kesên ku vê biryarê pêkneynin wê baceya wê hezar lîreyên Sûriyê bide.