20 mîlyon 820 hezar û 389 kes bi vîrûsa koronayê ketin 2020-08-13 11:36:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî li tevahiya cîhanê heta niha 747 hezar û 476 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Her wiha li seranserê cîhanê jî 20 mîlyon 820 hezar û 389 kes jî bi vîrûsê ketin.    Li tevahiya cîhanê belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) didome. Li gorî daneyên dawiyê ya "worldometers" li seranserê cîhanê 20 mîlyon 820 hezar û 389 kes bi vîrûsê ketin. Heta niha jî 747 hezar û 476 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî daneyên ku hatin parvekirin di nava 4 rojan de milyonek kes bi vîrûsê ketin.    * Li Amerîkayê 5 mîlyon 360 hezar û 302 kes bi nexweşiyê ketin, 169 hezar û 131 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Birezîlyayê 3 mîlyon 170 hezar 474 kes bi nexweşiyê ketin, 104 hezar û 263 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Hindîstanê 2 mîlyon 399 hezar û 992 kes bi nexweşiyê ketin û 47 hezar 169 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   * Li Rûsyayê 907 hezar û 758 kes bi nexweşiyê ketin û 15 hezar 384 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Başûrê Afganîstanê 568 hezar û 919 kes bi nexweşiyê ketin û 11 hezar û 10 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Perûyê 498 hezar û 555 kes bi nexweşiyê ketin,  21 hezar û 713 kesî jî jiyana xwe dest dan.   * Li Meksîkayê 498 hezar û 380 kes bi nexweşiyê ketin û 54 hezar û 666 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.     *Li Kolombiyayê 422 hezar û 519 kes bi nexweşiyê ketin, 13 hezar û 837 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    *Li Şiliyê 378 hezar û 168 kes bi nexweşiyê ketin, 10 hezar 205 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Spanyayê 376 hezar û 864, kes bi nexweşiyê ketin û 28 hezar û 579 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Îranê 333 hezar û 699 kes bi nexweşiyê ketin û 18 hezar û 988 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Îngilistanê 313 hezar 798 kes bi nexweşiyê ketin û 41 hezar û 329 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Pakîstanê 286 hezar û 674 kes bi nexweşiyê ketin û 6 hezar û 139 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Îtalyayê 251 hezar û 713 kes bi nexweşiyê ketin û  35 hezar û 225 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Tirkiyeyê 244 hezar 392 kes bi nexweşiyê ketin û 5 hezar û 891 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   * Li Fransayê 206 hezar û 696 kes bi nexweşiyê ketin û 30 hezar û 371 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   * Li Iraqê 160 hezar û 436 kes bi nexweşiyê ketin û 5 hezar 588 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.    * Li Belçîkayê 76 hezar û 647 kes bi nexweşiyê ketin û 9 hezar û 900 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.