'Li hember vîrûsa koronayê me tedbîrên xwe girtin' 2020-08-13 09:03:17   Xezne Celal   EYN ÎSA - Bijîşka bi navê Sena Osman Mustefa ku di nexweşxaneya Ş. Omer Elûş de dixebite da zanîn ku hemû kadroyên tenduristiyê 24 saetan di xizmeta gel de ne û got: "Bi belavbûna vîrûsa koronayê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me tedbîrên xwe ji bo silameta welatiyan girtin."   Beriya 2 salan ji aliyê Desteya Tenduristiya herêma Firatê ve li navçeya Eyn Îsa Nexweşxaneya Ş. Omer Elûş  hat vekirin. Tenê ev nexweşxane li navçeyê heye, hemû nexweşan bi awayekî bê pere pêşwazî dike û kadroyên tenduristîyê li gorî derfetên heyî bi wan re dibin alîkar. Nexweşxane bi hemû beşên xwe 24 saetan di bin xizmeta gel de ye û 90 kadroyên tenduristîyê tê de dixebitin. Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê kadroyên tenduristiyê tedbîrên xwe girtin. Bi armanca parastina ji nexweşiya vîrûsa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên karantînayê hatin vekirin û tedbîrên girîng tên girtin. Her wiha navendeke karantînayê li navçeya Eyn Îsa jî hat vekirin û niha pêwistiya navendê bi cîhazên hilmê heye ew jî li benda rêxistinên mirovî ne ku alîkariya wan bikin. Di vê çarçoveyê de kadroya tenduristîyê ku di nexweşxaneyê de dixebite bijîşka bi Sena Osman Mustefa ji ajansa me re axivî.   '24 saetan nexweşxane di bin xizmeta gel de ye'   Senayê da zanîn ku berî dagirkirina Girê Spî wan di nexweşxaneya Girê Spî de kar dikir û wiha pê de çû: "Piştî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Kantona Girê Spî welatî neçar man ku koçber bibin û rojene ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Girê Spî welatî tê hedefgirtin. Em jî wek kadroyên tenduristiyê bi armanca xizmeta gel bikin û erka xwe ya dermankirina welatiyan bi cih bînin, em derbasî nexweşxaneya Ş. Omer Elûş a li navçeya Eyn Îsa bûn. Di nexweşxaneyê de hemû beş hatine vekirin wek beşê nexweşiya jin, zarok û emeliyatan. Armanca me ya sereke ku em bikaribin alîkariya gel di aliyê derman û demankirinê de bikin û di heman demê de xizmeta welatê xwe bikin. Nexweşxane 24 saetan vekiriye û di xizmete gel de ye. Her wiha em li navenda tendirustiyê ya kampa koçberên Girê Spî jî kar dikin û ew navend jî beşek ji nexweşxaneyê ye. Bi awayekî nobedarî rojene bijîşk û hemşîre tên ser kar."   'Erka me dermankirina birîndaran e'   Senayê destnîşan kir ku ew di dema êrîşan de jî dev ji karê xwe bernadin û wiha berdewam kir: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên ser navçeya Eyn Îsa welatî û şervanên QSD'ê birîndar dibin. Di dema êrîşan de jî em dev ji karê xwe bernadin û ji ber erka me ya mirovahiyê divê em wan derman bikin û bi qasî ku ji dest me tê em bi wan re dibin alîkar. Di nexweşxaneyê de me hemû beş vekirine da ku welatî hewceyî tu kesî nebin, ji ber ku gelê me koçber bûye û derfetên wan yên ku biçin nexweşxaneyê û xwe derman bikin tune ye, em li gorî derfetên heyî di hemû beşdan de alîkariya wan dikin. Nexweşiyên herî zêde yên zarokan in, wek girîp, zikçûyîn û herî zêde jî zarokên kampê nexweş dikevin. Ji ber ku derfetên wan ên jiyanî pir kêm in û ji bilî Rêveberiya Xweser tu rêxistin alîkariya me nakin di milê dayîna derman de kêmasî hene. Di nexweşxaneyê de dermanxaneyeke heye û pêdiviyên gel bi cih tîne."   'Tedbîrên xwe bigirin û xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin'   Senayê teqez kir ku bi derketina Şewba koronayê re wan tedbîrên xwe girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di meha adarê de navenda karantînayê li nêzî nexweşxaneya Ş. Omer Elûş hat vekirin. Heta niha nexweşiyan Vîrusa Koronayê derbasî Eyn Îsa nebûye û em tedbîrên xwe digirin ku derbas nebe an jî em bikaribin pêşî li belavbûna vîrusê bigirin. Beriya niha 15 xwendekar ji herêma Cezîrê hatin 15 rojan di karantînayê de bûn, tehlîl ji wan re dihatin çêkirin û rojane rewşa wan dihat şopandin. Piştî 15 rojan nîşaneyên Vîrusa Koronayê li wan derneketin û çûn malên xwe. Dema ku nexweşek derbasî nexweşxaneyê dibe destpêkê germahiya laşê wî tê kontrolkirin. Navenda karantînayê ji 5 odeyan pêk tê û di her odeyekê de 3 text hene. Em bang li rêxistinan dikin ku bi me re bibin alîkar da ku em jî bikaribin bi gelê xwe re bibin alîkar û wan ji Vîrusa Koronayê biparêzin. Em ji gelê xwe hêvî dikin ku parastina xwe ji Vîrusa Koronayê bikin û tedbîrên xwe bigirin."