‘Dest ji tedbîrên şexsî bernedin' 2020-08-08 09:07:57   WAN - Sekretera Jinan a SES’ê ya Wanê Seda Guler da zanîn ku Tirkiye zû ketiye pêvajoya normalbûnê û got pêla duyem pêkane û divê tedbîr bi bandortir bin.   Ji ber vîrûsa koronayê hejmar kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Li Tirkiyeyê jî ji 1'ê hezîranê de pêvajoya normalbûnê hat dest pê kir û li gelek bajaran hejmar her diçe zêde dibe. Yek ji van bajaran jî Wane. Sekretera Jinan a SES’ê ya Wanê Seda Guler fikarên xwe yên derbarê pêla duyem de anî ziman.   Sedayê bi lêv kir ku pêvajoya normalbûnê zû hatiye destpêkirin, bi normalbûnê re dipan ku hejmar bikeve, pêla duyem ya dipên ne eve û got: “Hejmara nexweşan 100 bû lê wê derkeve hezarî. Em di mijara ku pergala tenduristiyê têr bike an na de bi fikarin. Li Wanê hejmara nexweşxan zêde dibe. Nexweşxana Stenbolê wek nexweşxaneya pandemî faliyetê dimeşîne. Hemû nexweşan sewqî wir dikin. Li wir sê serwîsên beşa giran hene. Odeyên 35 nivîn hemû tijene. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê ji ber hejmar du kat zêde bû dîsa veguherîn serwîsên pandemiyê. Xuyaye wê polîklînîk biçin sînorkirinê.”   ‘Em di mijara hejmara personelan de bi fikarin’   Sedayê daxuyakirin ku di pêla duyem a tê payîn de divê hem kes hem hikûmet li gorî demên berê zêdetir tedbîran bigirin û got di mijara hejmara xebatkarên tenduristiyê de jî fikarên wan gelek zêde ne û wiha axivî: "Divê qedexeyên derketina derve, sînorkirina nexweşxaneyan, girtina kafeyan bi awayekî cidî pêk bê.   Sedema zêdebûna hejmarên demên dawî jî ji bêtedbîriyên şexsî pêk tên û got divê bi tu awayî tedbîr ji dest neyên berdan."