Êzidiyên li Mîdyadê 6 sale ji ximzeta tenduristiyê fêdeyê nagirin 2020-08-03 09:01:15   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Êzîdiyên ji ber komkujiya DAIŞ’ê reviyan û bi hêviya bijîn koçber bûn, 6 salan bi gelek pirsgirêkan re hatin rû hev. Êzidî vê carê 6 mehe nikarin derman bibin û ji ber pereyê dermanan nikarin xizmetê bigirin.   DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kir û bi komkujiyê piranî jê zarok û jin bi hezaran Êzidî qetil kirin. Komkujiya ku wek fermana 73’emîn tê vegotin û hemû cîhanê şahidiya wê kir, piranî kesên xwe jê xilas kirin li Çiyayê Şengalê bicih bûn û hinekan jî koçî Tirkiyeyê kir. Bi hezaran Êzidiyên ji Deriyê Sînor yê Xaburê ketin hundir, ewil Sîlopî piştre li Mêrdîn, Êlih, Amed û gelek bajarên din bi pêşengiya şaredariyên DBP’ê li kampan hatin bicihkirin.   Di cotmeha 2016’an de piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’î bûn, kampên Êzidî lê diman hatin valakirin û yek ji van kampên hat valakirin kampa li qada seyrangeha Şaredariya Yenîşehîr ya Amedê bû. Ji 4 hezar Êzidiyan beşek mezin di 2017’an de bi pêşengiya AFAD’ê li kampa li Mîdyad a Mêrdînê hat avakirin, hatin bicihkirin. Di mijdara 2018’an de bi biryara Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya girêdayê Wezareta Karê Hundir re kamp hat girtin û beşek welatiyên Êzidî li xaniyên kirê yê navçeyê bi cih bûn.   Nikarin xizmeta tenduristiyê bigirin   Êzidiyên ku ev 6 sale tekoşîna jiyane didin li cihên dimînin bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev. Êzidiyê li xaniyên kirê bi cih bûne yek ji pirsgirekên ku dijîn ximzeta tenduristiyê ye.   Êzidiyan diyar kirin ku bi nasnameya penaberiyê diçin nexweşaneyan û ji wan pereyê dermankirin û derman tê birîn û ji ber vê jî naçin nexweşxaneyê.   ’20 rojin nikarim biçin nexweşxaneyê’   Xense Xelef daxuyakirin ku ev 20 roje nexweş e û nikare biçe nexweşxaneyê û 6 mehe vê pirsgirêkê dijî. Xenseyê wiha got: “Em diçin nexweşxaneyê pereyên dermankirinê û derman dibirin. Berê nedigirtin. Niha digirin. Em ji ber vê nikarin biçin nexweşxaneyê, ji ber pere tune ye. 3 sale em li vir in. Em du salan di kampê de man. Saleke ji ber kamp vala bû em ketin xaniyên kirê. Kes ji malbatê naxebite. Hatineke me tune ye. Em penaber in divê ximzeta tenduristiyê bê pere bûna, lê em didin.”   ‘Pereyê ji penaberên din nayê girtin ji me digirin’   Xense gotinên xwe wiha berdewam kir: “Erebên Sûriyeyî yên li vir ligel me di kampê de diman diçin nexweşxaneyê lê pere ji wan nayê girtin. Em didin. Em ji wan dipirsin dibêjin xizmeta we ya tenduristiyê qedyaye. Yekane daxwaza me ev e ku çareseriyek bê dîtin. Ji malbatê kes nikare biçe nexweşxaneyê. Ji ber pereyê derman û dermankirinê tune ye.”   ‘Em dipên ku li malê rehet bibe’   Nedîfe Xelef jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Di lingên min de birîn vedibin. Bi rojane ez nikarim bimeşim. Nexweşên ji min girantir hene. lê pere tune ye biçin nexweşxaneyê. Em dixwazin ku çareseriyek bê dîtin. Tenê ji bo kesên di ser temenê 65’î de pere nayê girtin. Heta 6 meh berê me xizmet digirt lê niha pere dixwazin. Em ji xwe di kirê de ne. Em li cihekî ku nas nakin e. Em dipên ku nexweşên me li malê rehet bibin. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”