Germavên Giyadînê rastî eleqeyek mezin tên 2020-08-01 09:14:00   AGIRÎ - Li navçeya Giyadîn a Agiriyê germavên ku çavkaniya şifayê ya gelek nexweşiyan e rastî eleqeyek mezin tên. Germav bi çemê Murat yê navberê re derbas dibe dîmenekî xweş pêşkêş dike.   Navçeya Giyadîn ya 50 kîlometre ji Agiriyê dûr e, bi germavên xwe rastî eleqeyek mezin tê. Germavên ku çavkaniya şifayê ya gelek nexweşiyan e, bi çemê Muradê yê navbera wan re derbas dibe jî dîmenek xweş derdixe pêş.   Ji gelek nexweşiyan re şifa ye   Germav 5 kîlometre ji navçeyê dûr in, ji hev veqetyayîne û li qadek berfireh li nokteyên cuda pêk tên. Çemê Muradê jî ji heman qadê derbas dibe û dîtbariya wê gelek dewlemend e.   Germav ji asta behrê hezar û 925 metreyî bilindtir e, ava wê ya termal ji ber bîkarbonat, klorur, sulfat, kalsiyum, karbondîoksît û mîneralîzasonê pêk tê û ji bo gelek nexweşiyan jî bi fêde ye. Germav ji bo nexweşiyên çerm, ba, norolojî, nexweşiyên jinan, hestî, xerabûnên siyatîk û metabolîzmayê baş e.   Av ji germahiya 72-78 dereceyî dertê, di kargeriyên ku gelê herêmê ava kiriye de heta 35-40 derceyî tê sekinandin û piştre didin hewzan. Ava germavan bi pergalan heta navenda bajar hatiye birin û di pergala germbûnê de tê bikaranîn. Ji welatên cîran Îran û Nahçivanê kes tên germavê.