‘Em dixwazin civakek bi tendurist ava bikin’ 2020-07-07 09:03:52   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Hemşîre û jinên  ku tevlî perwerdeya tenduristiyê ya ku ji aliyê Weqfa Jina Azad ve hatiye orgenîzekirin bûne gotin: ”Em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin û civakeke bi tendurist ava bikin.”   Weqfa Jina Azad a Rojava li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê dewreyeke perwerdeya tenduristiyê ji bo jinan da destpêkirin. Di dewereya ku hatiye destpêkirin de 10 jin cih digirin û wê 45 rojan dewam bike. Bi riya vê perwerdeyê wê jin fêrî hemû cûreyên alîkariya yekem a tenduristiyê bibin. Hemşîre û jinên ku tevlî vê perwerdeyê bûne kêfxweşiya xwe anîn ziman û mijar bi me re parve kirin.    ‘Em dixwazin xizmeta civaka xwe bikin’   Hemşîreya bi navê Fatma Cûma li ser girîngiya perwerdeya tenduristiyê nêrîna xwe wiha anî ziman: “Dema ku jin di civakê de  pêşengtiya her qadên jiyanê bikin, helbet wê ew civak li ser piyan bimîne.  Bi vê perwerdeya tenduristiyê re jî em dixwazin xizmeta civaka xwe bikin û tendirustiya wê biparêzin. Di vî warî de alîkariya mirovên ji nava civakê hêzê dide me û erkeke pîroz.”    ‘Pêwist e hemû jin bên perwerdekirin’   Fatma bal kişand ser girîngiya perwerdeyê ya ji bo jinan û bi taybet jî jinên li gundan û wiha got: “Perwerde ji bo hemû jinan girîng e û pêş dixe. Lê bi taybet jî ji bo jinên li gundan ji ber ku Gelek caran mirovên ku li gundan dijîn zehmetiyan dikşînin heta ku xwe dighînin bajaran. Divê ji bo rojên awarte amade bin. Ji ber sedemên rêyên dirêj mirovên nexweş gelek êşê dijîn.”    ‘Ez dixwazim hîn bibim ku alîkariya mirovan bikim’   Ciwana bi navê Nûra Hiso ya ku tevlî perwerdeya tenduristiyê  bûye jî hestên xwe anîn ziman û got: “Ev demeke me dest bi perwerdeya xwe kiriye û herî zêde xebata me di warê piratîkê de ye. Perwerdeya me piranî li ser ku di asta yekem de em ê çawa ji nexweşan re bibin bersîv de ye. Ez pir dixwazim vî pîşeyî hîn bibim û bi taybet alîkariya kesên temen mezin û hemû civaka xwe bikim."