Bîlançoya vîrûsa koronayê: 524 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-07-04 14:53:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Ligel pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin jî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) didome. Li tevahiya cîhanê niha nêzî 11 milyonî zêdetir kes bi vîrûsa koronayê ketin û 524 hezar kes jî jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî daneyên dawî li Amerîkayê 131 hezar û 590, li Brezilyayê 63 hezar û 254, li Rûsyayê 10 hezar û 27, li Hîndistanê 18 hezar  û 655, li Îngilistanê 44 hezar û 131, li Perûyê 10 hezar û 226, li Şîliyê 6 hezar û 51, li Spanyayê 28 hezar û 385, li Îtalyayê 34 hezar û 833, li Meksîkayê 29 hezar û 843, li Îranê 11 hezar 260, li Pakîstanê 4 hezar û 619, li Tirkiyeyê 5 hezar û 186, li Elmanyayê 9 hezar û 74, li Fransayê 29 hezar û 893, li Kanadayê 8 hezar û 663, li Belçîkayê 9 hezar 765 û li Ekvadorê 4 hezar û 700 kesî ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Ligel sistkirina tedbîran û destpêkirina pêvajoya asayîbûnê vîrûs li tevahiya cîhanê hêj bi bandor e.