Hatûn Magî: Bila hemû kes tedbîrên xwe bigire 2020-06-15 10:55:40   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Sekretera Jin a Şaxa SES’ê ya Şirnexê Hatun Magî, diyar kir ku li Şirnex û navçeyên wê bi giştî vîrus zêde bûye û wiha got: “Hejmara nexweşiyê di demên dawiyê de gelek zêde bûye. Bila hemû kes tedbîrên xwe bigire.”   Bi destpêkirina pêngavên “asayîbûnê” re li gelek bajaran hejmarên kesên bi vîrûsa koronayê(Kovîd-19) zêde bû. Yek ji van bajaran jî Şirnex û navçeyên wê ye ku nexweşî zêde bûye. Bi taybetî jî piştî cejna remezanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê zêdetir bû. Sekretera Jin a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şirnexê Hatun Magî, derbarê rewşa heyî ya li bajar û navçeyan de axivî û nirxandin kir. Hatun, got ku bi pêvajoya “asayîbûnê”  re nexweşî gelek zêde bûye.   Hatunê, anî ziman ku bi destpêkirina pêngava asayîbûnê re di nava civakê belav dibe, tedbîr nehatine kirin û hişyarî jî nehatiye kirin.    ‘Şaredarî şûna dermankirinê xebata ronahiyê dikir’   Hatunê, bi lêv kir ku li gor wê îqtîdar û kesên peywirdar li Şirnex û navçeyên wê tedbîr gelek kêm girtine û ev tişt got: “Mînak dema nexweşî nû belav bû hemû şaredar li dijî nexweşiyê her cih didan dermankirin cihan derman dikir, şaredariya me jî xebatên ronahiyê dikir. Me bi tesadûfî dît ku gelek kes kom bûne û xebata ronahiyê temaşe dikin. Ev jî tiştekî gelek şaşe. Dîsa dema beriya cejnê jî qedexe nehat îlankirin. Ji ber van pêkanînên şaş zêdebûna hejmara kesên bi nexweşiyê zêde dibe.”   ‘Test ji bo xebatkarên tendûristiyê nayê kirin’   Hatunê, di dirêjiya axaftina xwe de got ji ber vê nexweşiyê herî zêde jî kesên tendûristvan di rewşeke xirapde ne û wiha pê de çû: “Niha pirsgirêkên me yên ekîpmanan hene. Lê çiqasî ji destên me tê em çareser dikin. Carna ji ber ekipman tune , em ekîpmanên ku hatine bikaranîn bi kar tînin carekedin. Em difikirin ku rewş dê zêdetir ber bi xirabûnê ve biçe. Lê pirsgirêkeke me ya mezin heye, ew jî test ji bo xebatkarên tendûristiyê nayê kirin e. Ev di sê mehên dawiyê de tu test li xebatkarên tendûristiyê nehatine kirin. Bi tenê hîn hevalên me yên ku semptoma nexweşiyê nîşan didin dixin bin karantînayê. Lê belê ji bo kesên bi wan re ketine têkiliyê re nakin bin karantînayê. Ev jî dibe sedema jiyana xebatkarên tendûristiyê û dibe ku nexweşiyê bigihînin kesekî dinê jî. Bila demildest rûtîneke lêgerînê(tarama) bê kirin û test bi hemû xebatkarên tendûristiyê bê kirin.”   ‘Nexweş zêde bûne’   Hatun, domandina axaftina xwe de got li Şirnex û navçeyên wê lêgerîna testan bi weqayan tên kirin û ev tiştan got: “Nexweşxaneyên Dewletê yên Şirnex û Cizîrê ji  ber weqayan tijî bûye. Ji ber vî jî weqayên ku tên jî em dişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ger ku ew der jî tijî be em ê Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê jî wek nexweşxaneya pandemiyê vebikin. Li Şirnex û navçeyên wê bi giştî heta niha nêzî 200 weqa henin û bi hezaran kes jî di bin karantînayê de ne. Xeynî van jî gelek xanî û tax jî dibin karantînayê de ne. Hejmara weqayan ji me tê veşartin. Carna hejmarên ku tên dayîn gelek kêmin.”   ‘Dixwazin li ser hemû tiştan bigirin’   Hatunê, bal kişand ser SES û Odeya Bijîjkan ku di komîteya pandemiyê de cih nagirin û ev tiştan anî ziman: “Em vê biyara ku hatiye dayîn qebûl nakin. Em ne bi tenê tendûristiya xebatkarên tendûrûstvanan, her wiha dixwazin tendûristiya civakê jî li ber çav bê girtin. Ew naxwazin ku hejmara rastiyê bê weşandin. Ji ber vê jî em nekirin vê komîteyê. Naxwaszin kêmasî derbikevin holê. Dixwazin ser hemû tiştan bigirin.”   ‘Ji bo civaka xwe divê em parastinê bikin’   Hatunê, herî dawî bang li civakê kir ku li dijî nexweşiyê tedbîran bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû kes tedbîrên xwe bigire. Ger ku em tedbîrê bigirin dê ev nexweşî jî kêm bibe. Çiqasî ji destên wan tên bila xwe îzole bikin. Ji bo civaka xwe divê em parastinê bikin.”