Prof. Dr. Gulrîz Erîşgen: Xêzkirina tabloyek xweş ne rast e 2020-05-21 09:07:00   ENQERE - Prof.Dr. Gulrîz Erîşgen da zanîn ku vîrus neqedyaye û xêzkirina tabloyek baş ne rast e û wiha got: “Em di hejmaran de ketineke zêdetir dipên lê ev pêk nehatiye. Divê em şaşiyên ku nikarin jê vegerin, nekin.”   Prof. Dr. Gulrîz Erîşgen a di Heyeta Şopandinê ya Covîd-19 ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) de cih digire rewşa daweî û polîtîka hikûmetê ya der barê vîrusê de nirxand.   Gulrîzê destnîşan kir ku  hejmara mirin û tespîtan daxistine û  wiha got: “Her hejmar tê wateya winda û nexweş. Ji ber vê em nerehetin. Divê em niha vîrusê li gorî hejmara nexweşên nû binirxînin. Dema wisa bê nirxandin em hatine astekê. Hevalên li qadê dixebitin, dipan ku hejmar kêmtir be. Lê niha xuyaye negiştiye wê nokteyê.”   ‘Zû tespîtkirin bû sedema ku sivik derbas bibe’   Gulrîzê bi lêv kir ku li gorî bajaran dane diguherin û wiha pê de çû: “Di hejmara nexweşan de ketinek mezin tunebe jî klînîk sivik bûne. Sedema vê jî nexweş zû serlêdanê dikin û vîrus zû tê tespîtkirin. Di vî alî de em dikarin bêjin ku barê nexweşxaneyan hinek sivik bûye. Hejmar kêm dibe. Ev jî bêguman me ji fikarê xilas dike. Ez di vê mijarê de xebatkarên tenduristiyê pîroz dikim. Bi têkoşîneke mezin niha vîrus xistine bin kontrolê. Hejmara nexweşên baş dibin jî zêde dibin. Xwendekarên min jî di nav kedkarên tenduristiyê de hene. Ez bi wan serbilindim. Ez ji bo hemûyan spas dikim.”   ‘Divê tu car tedbîr ji dest neyên berdan’   Gulrîzê diyar kir ku di vê pêvajoyê de her pêngav girînge û ev tişt bi lêv kir: “Divê tu car tedbîr ji dest neyên berdan. Ev pêvajoyek krîtîk e. Divê tedbîr hebin. Niha vîrus didome. Hinek nermbûn hebin jî divê hinek rêbaz jî neyên binpêkirin. Divê wezareta tenduristiyê vê her tim bêje.”   ‘AVM û kuafor fikaran zêde dike’   Gulrîzê di berdewamiyê de wiha gotr: “Vekirina AVM û kuaforan bêguman fikar zêde kirin. Bi vebûna van cîhan re bêguman pirsgirêkên cidî jî mijara gotinê ne. Em ê bandora vekirina AVM û kuafuran di rojên pêş de li ser hejmaran bibînin. Rîska pêla duyemîn her tim mijara gotinê ye. Divê ev rewş bi taybet li ber çavan bê girtin. Divê şaşiyên ku nikarin jê vegerin nekin. Li 15 bajaran sînorkirina gerê heye. Rakirina sînorkirinê jî divê li gorî bajaran bê nirxandin. Ev mijarek gelek hesas e. Ligel vê divê hejmara testan jî bê zêdekirin.”