‘Bila pêvajoya normal we neke rehetiyê’ 2020-05-20 09:09:00   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy diyar kir ku pêvajoya normalbûnê divê mirovan neke rehetiyê û divê li dijî rîskan baldar tevbigerin.   Piştî ku ‘normalbûn’ hat rojevê şûn de AVM hatin vekirin, kuafur hatin vekirin û musabakayên furbolê dest pê kirin. Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy diyar kir ku daneyên der barê vîrusê de tên aşkerakirin rastiyê nîşan nadin û got hejmara testên pozîtîf û miriyan zêdeye û got bila pêvajoya normalbûnê mirovan neke rehetiyê.   ‘Belkî jî hejmar zêde dibe’   Nurselê bi lêv kir ku hejmar hîna jî zêde ye û got: “Em hewldanên normalbûnê yên zanistan rast nabînin. Li Tirkiyeyê hejmara testên hatine aşkerakirin, nîvê hinek welatên Ewropayê tüne ne. Ji ber vê jî em dikarin testan zêde bikin û zêdetir encamê bigirin. Hejmar kêm xuya dike lê ev ne raste.”   ‘Fikarên wan ne civake, sermaye ye’   Nurselê destnîşan kir ku ji ber di lijneya giştî de rêxistinên pîşeyî û sendîkayan cih negirtine, biryarên tenduristiyê jî nikarin bên girtin û wiha berdewam kir: “ Tevî biryarên qedexeyê, dawiya hefteyan em li kesên pozîtîf derketine digerin û dibêjin ‘ez li fabrîkayê me’ an jî bi destura walîtiyê dixebite. Gelek fabrîka bi vî awayî ne. Park, dibistan, kargeriyên biçûk girtine lê AVM û kuafur hatin vekirin. Ev cih girtîne û hewayê nagirin. Hemû kes heman hewayê digirin. Fikara me tenduristiya civakê ye. Lê ya wan jî sermaye ye. Em nikarin xwe bigihînin daneyên vîrusa korona. Piştî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê şûnde, destura xwegîhandina di mijara hejmara miriyan de jî hat rakirin.”   Nurselê balkişand ser vekirina AVM’yan û got wê bi vê re mirov jî bi lez derkevin derve û wiha berdewam kir: “Xebatên rêxistina tenduristiya cîhanê didomin. Hîna derman an jî aşî nehatiye dîtin. Ev dikare salekê bidome. Divê em tedbîrên xwe bigirin.Em lepik û rûpûş bi kar bînin. Divê em rehet tevnegerin.”