‘Bi tedbîran rê li ber belavbûna vîrûsê hat girtin' 2020-05-17 09:05:58   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî diyar kir ku rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa koronayê serkeftina civakê ye û got: "Bi saya kedeke pîroz a civakê me rê li ber belavbûna vîrûsê girt."   Ev demeke ku vîrûsa koronayê li tevahî cîhanê belav bû ye. Li Kantona Hesekê berî demekê jinek û hevjînê xwe ji taxa Imran a Hesekê bi vîrûsê ketibûn. Di encamê de tax hemû kete bin karantînaye. Ev du kes jî rakirin nexweşxaneyê. Taxa ku di bin karantînayê de bûn encama testên wan jî negetîf derketin. Bi vî rengî encamên baş hatin bidest xistin û bi awayekî lez rê li ber vîrûsê hat girtin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî ser rewşa vîrûsê û rêgirtina li ber belavbûna wê ji me re axivî û nêrîna xwe parve kir   ‘Kesê ku bi vîrûsa korona ketibûn baş bûn'   Sîhamê diyar kir ku kesê bi vîrûsa korona ketibû baş bûn û wiha got: "Despêkê di rêya çêkirina têstê de hate xuyakirin ku ev kes bi vîrûsa korona ketine. Dema ku encamê kontrola wan pozîtîf derketin, me jin rakir nexweşxaneyê ji ber wê çaxê rewşa wê giran bû û mêr jî di malê de di karantînayê de bû. Weke tedbir me taxa ku lê dijiyan bi giştî kir bin karantînayê de. Piştî 15 roj ser derketina rewşa vîrûsê li herêmê derbas bû encamên kontrolê negetîf hatin. Bi vî rengî tax jî ji bin karantînayê derket û nexweşên me jî baş bûn, lê heya niha ew jin û mêr di bin kontrole de ne weke tedbîr û rojana rewşa wan tê şopandin. Kesên ku bi vîrûsê ketibûn şîfa bûn û me dikarîbû bi awayekî lez rê liber bigrin.”    ‘Divê her kes tedbîrê xwe bigire'    Sîhamê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha domand: "Derketina taxa Imran ji karantînayê û sivikirina qedexekirinê jî nayê wateya ku mirov tedbîrê xwe negere û xwe ne parêze.  Pêwist e gel bi vî rengî nêz nebin, her kes divê tedbîrê xwe bigre û xwe baş biparêze. Li derdora me kesên di Sûriyê de ku bi vîrûsê ketine hîn hijmarek ji wan kesan heye. Parastin çeke yekemîn e li hember nexweşiyê.”    ‘Rêgirtina ber belavbûna vîrûsê ji bo me serkeftin bû’   Sîhamê di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku rêgirtina pêşiya vîrûsê serkeftina civaka xwedî tedbir bû û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Rêgirtina ber belavbûna vîrûsa korona serkeftina civaka xwedî tedbîr bû. Me dikarîbû bi kedeke pîroz tenduristiya gelê xwe biparêzin. Ji bo wê em nabêjin tam xeterî nemaye, lê ya girîng dîsa parastina mirov ji civak, kesayet û malbata wî re hebe. Bi hêviya jiyaneke aram û bi tendurist ji hemû cîhanê re.”