Psîkolog Gulşen: Divê rêbazên li gorî temenê zarokan bê pêşxistin 2020-05-11 09:16:53   WAN - Psîkolog Gulşen Kiliçarslan der barê tenduristiya psîkolojî û bedene  ya zarokan ya di pêvajoya pandemiyê de pêşniyar kir û da zanîn ku divê temenê zarokan li ber çavan bê girtin û wisa nêz bibin. Gulşenê wiha got: “Divê ewil hun gûh bidin zarokan. Bi zimanekî rehet, bi awayekî baş divê têkilî bê danîn û ev jî wê ji bo zarokan baş be.”   Psîkolog Guşen Kiliçarslan der barê pêvajoya pandemiyê de ku bandora wê ya li ser zarokên di navbera temenê 3-5 de û di vê mijarê de ji bo malbatan pêşniyar kirin.   ‘Zarok dema dikevin fikaran dixwazin bilîzin’   Gulşenê bi lêv kir ku divê temenê zarokan li ber çavan bê girtin û li gorî vê rewş ji wan re bê vegotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em mezin li dijî vê rewşê zehmetiyê dikşînin, bêguman zarok hesastirin û divê em li gorî vê tevbigerin. Zarokên temenê biçûktir dema xwe îfade dikin serî li rêbazên lîstikê didin. Dema dikevin fikaran jî an jî xwe nebaş hîs dikin dixwazin bi lîstikan bilîzin.”   ‘Divê em hîjyenê beyî tirs vebêjin’   Gulşenê destnîşan kir ku zarokên di navbera temenê 3-5’an de ji alavên ragîhandinê bi bandor dibin û ev rewş jî bandor li fikaran dike û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de têkiliya bi zarokan re û vekirina hestên wan gelek girînge. Li şûna ku ev pêvajo ji wan bê veşartin, bi zimanekî rehet ji wan re vegotin girîngtire. Divê bê vegotin ku divê di pêvajoyê de nexweş neketin û li paqijiyê baldar bin. Her wiha divê paqijî jî bit irs neyê vegotin. Her wiha divê bi zarokan re li malê bername, aktîvîteyên ku zarok jê hez dikin bên kirin. Mînak xwendina pirtûkan, çandina kulîkan, gûhdarkirina muzîkê, temaşekirina xêzefîlman.”