Bijîşk Evîn Bahar Toy: Divê nexweşên kronîk tedawiya xwe bidomînin 2020-05-05 09:01:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Endama Odeya Bijîşkan a Amedê Pratîsyen Evîn Bahar Toy bal kişand ser pêvajoya îzalosyonê û got: "Xebatkarên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyan bi nexweşiya şewbê têdikoşin neçar bûn ku xwe ji hezkiriyên xwe îzole bikin. Ji ber vê yekê jî gelek xebatkar nikarin bi malbat, zarok û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.'    Dema ku şewba koronayê li  seranserî cîhanê belav bû, bê guman herî zêde jî xebatkarên tenduristiyê bandor bûn. Zehmetiyên ku xebatkarên tenduristiyê rûbirû dimînin ji hêla medyayê vê tên dayîn. Ligel vê yekê li nexweşxaneyan qadên gelek xebatkaran hatin guhertin. Derbarê  guhertinên ku li nexweşaneyan de pêk hatin endama Odeya Bijîşkan a Amedê Pratîsyen Evîn Bahar Toy axivî. Evîn, 7 sal in pratîsyene û di beşa lezgîn de dixebite. Evîn, destnîşan kir ku bi derketinê vîrûsa koronayê wan têkiliya xwe bi zarok û malbatên xwe re qut kir û got ku wan di vê pêvajoyê de xwe îzole kirine.   'Em ji civakê zêdetir xwe îzole dikin'   Evînê diyar kir ku di vê pêvajoyê ji ber kêmasiyên amûran ew pir zehmetiyê dikşinin û wiha got:" Li gel vê pêvajoya şewbê re, herî zêde pêdiviya me bi materyalên lepik, amûrên paqijiyê û dezenfektê hebûn. Materyal ji bo ku hem em xwe biparêzin û hem jî tenduristiya nexweşan biparêzin hewce dike.  Ew amûrên ku di şert û mercên heyî de pêdiviya me pê tune bû di vê pêvajoyê de hewceyiya me pê çêbû. Dîsa, xebatkarên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyan bi nexweşiya şewbê têdikoşin neçar bûn ku li gel civakê tevbigerin. Ji ber vê yekê jî gelek ji me jî nikarin bi malbat, zarok û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin. "   '3 komên xebatên hene...'    Evînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên nexweşxanê ya beşa lezgînî û wiha dom kir:" Ew nexweşên ku serî li beşa lezgînî didin di 3 koman de wekî qada kesk, qada zer û qada sor li gorî rewşa awarte dabeş dikin. Nexweşên di qada kesk de bi eslê xwe mercên mîna pizrikan, serêş, û ên ku ne hewce ne ku biçin hundurê odeya acîl pêk tê hene. Nexweşên ku qada zer û sor digirin ew in ku hewceyê mudaxeleya lezgîn e. Lê belê, em dikarin bibêjin ku li gel vê  pêvajoya qadek din jî hat avakirin. Em wê qadê wekî qada şewba an jî tecrîd nîşan dikin. Di heman demê de ev qada îzalasyonê jî bû qadane  xebatê. Em di 3 komên cûda de wek bijîşkî dixebitin. Bijîşkên  lezgîn, bijîşkî rewşên awarte û bijîşkên pandemî kar dikin. Dema ku nexweşên vîrûsa koronayê tên bijîşkên triyaj diyar dike ku biçe cem bijîşkê pandemiyê."   'Em spasiyên xwe ji nexweşan re pêşkeş dikin'   Evînê dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew li gel dermankirina nexweşan çîroka her nexweşekî jî dizanin û got ku li nexweşxaneyan beşa lezgîn de guhertinên mezin pêk hatine û wiha got:" Serlêdanên enfeksiyonê, sarma, serêş û kêm bûn. Di şûna ku werin  nexweşanê gelek kes li malê bi derfetên xwe xwe derman dikin û bi awayî saxbûnê. Beşa lezgîn ji nexweşên giran re hate hiştin ev jî hestiyareke girîng bû. Em ji her nexweşekî re ji bo vê hestiyarê spasiyên xwe pêşkeş dikin."   'Divê nexweşên kronîk tedawiya xwe bidomînin'   Evînê herî dawî bal kişand ser nexweşên kronîk kir û wiha dawî kir:" Em dixwazin tiştek din ê girîng jî binin ziman. Dermankirina nexweşên kronîk ên ku nikarin biçin nexweşxaneyan ji ber ku nexweşî ji ber epîdemiyê tê veguhastin divê neyê paşve xistin. Ji bo ku em pêşiya vîrûsa koronayê bikin em nikarin nexweşên kronîk jibîr bikin. Ev heman demî de wê zirareke mezin bide tendûristiya civakê. Ji ber vê yekê jî, ez pêşniyar dikim ku nexweşên me yên bi nexweşiyên kronîk tedbîrên parastinê yên kesane hildin û bi vî şertî tevbigerin."