3 milyon û 308 hezar kesî bi vîrûsa koronayê ketine 2020-05-01 15:29:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê heya niha zêdetirî 3 milyon û 308 hezar û 772 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Hejmara miriyan jî gihaşt 234 hezar û 133 kesan.   Roj bi roj li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê dimirin, zêde dibe. Li gorî daneyên dawî heya niha 234 hezar û 133 kes li seranserê cîhanê bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha heya niha 1 milyon 42 hezar û 993 kesên ku bi vîrûsa koronayê ketibûn jî, baş bûne. Zêdetirî mirovan li Emerîkayê jiyana xwe ji dest dane.   Li Emerîkayê heya niha 1 milyon û 95 hezar û 304 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Her wiha hejmara miriyan jî gihaşt 63 hezar û 871 kesan.   Li Spanyayê jî heya niha 239 hezar û 639 kes bi koronayê ketine. Hejmara miriyan jî bû 24 hezar û 543.   Li Îranê jî heya niha 6 hezar û 28 kes bi Koronayê mirine.    Tirkiyeyê jî 3 hezar û 174 kes bi koronayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha heya niha 120 hezar û 204 kes bi koronayê ketine.