Derunînas Duygu: Îzalasyona civakî bandorê li ser derûniya mirovan dike 2020-04-30 09:01:00   Rengîn Azîzoglu / Medya Uren   AMED-Derûnînas Duygu Berekatoğlu da zanîn ku îzalasyona civakî bandorê li ser derûniya mirovan dike û got ku ji bo em van bandoran lewaz bikin pêwîstiya me bi hev heye. Duygûyê di berdewamiyê de wiha got: “Bi rojan di heman avahiyê de mayîn wê bibe sedema pevçûnan, lê em dikarin bi parvekirna karê malê re, bi moraldayîna hev  van pêvajoyan bi awayekî herî baş derbas bikin.”   Li cîhanê ji ber şewba gerdûnî vîrûsa Korona (COVİD-19) her roj bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gel ku bi mehane dem di ser vê şewbê re derbas dibe hîna dermanê vîrûsê nehatiye dîtin. Heta niha ji bo astengkirina vîrûsê îzalasyona civakî weke çareserî tê pêşniyarkirin û ev ji rê li ber pirsgirêkên aborî, civakî û derûnî vedike. Qeyrana aborî, tundiya li nava malê rewşê awartetir dike. Derûnînas Duygu Berekatoğlu li ser derûniya civakê û zarokan nirxandinên xwe bi ajansa me re parvekirin.   ‘Şewb gefê li deruniya mirovan ji dixwe’   Duyguyê bal kişand ser vê pêvajoyên awate ku em tê re derbas dibin û wiha got: “Şewba koronoyê di jiyana me de guherînên mezin pêk anîn. Jiyana roja ne, tiştên em fêrbûne hatin guhertin. Hîna em fêrî van guherînan nebûn, vê carê jî pirsgirêkên aborî rû dan. Gelek kargeh hatin girtin û bi hezaran kes ji kar hatin derxistin, yan ji bê muçe destur ji wan re hat dayînê. Ji ber van buyeran ji mirov zêdetir dikevin fikara pêşeroja xwe. Lewra di aliyê derûnî de jî pirsgirêkên mezin ên weke acizî, hêrsbûn, zêdebûna fikaran, enfektebûyîn û belavbûna vîrûsê di bin sedema ji nîşka ve guherîna hestan. Di van rewşan de jî sînorê bêtehmiliya kesan teng dibe. Hilberîn û hêza mirov wenda dibin ango di vê rewşê de mirov dikare li hemû bûyeran bi aliyên ne erênî binêre. Ev jî ji bo pirsgirêkên mezintir dibe bingeh.”   ‘Divê em karê malê parve bikin’   Duyguyê bal kişand ser îzalasyona civakî û wiha got: “Her dem di heman cihî de bi heman kesan re mayîn, bi demê re di nava malbatê de dibe sedama pevçûnên mezin. Ji bo astengkirina van pevçunan divê her ferdê malbatê di demjimêrên diyar de ji bo xwe demê veqetînin. Ragihandin di vê demê de gelek girîng e. Ji ber vê ji bo em vê pêvajoyê bi awayê herî baş derbas bikin divê em têkiliyên xwe bi kesan re xira nekin. Divê em rewşa heyî qebûl bikin û bikevin ferqa hinek tiştan. Lê divê em xwe tenê hîs nekin. Ji bo serîderxistina bi sîtres û hêrsbûyînê re divê em car caran serî li mîzahê jî bidin. Ev wê ji me re bibe alîkar. Xewa bi rêk û pêk jî girîng e. Di nava rojê de ji divê em bi  hevre çalekiyên ku dema me bi kêf derbas bibe pêk bînin. Ango di ailyê xebatê de jî ger ku em kare xwe parve bikin wê barê me siviktir bibe. Ev wê bi taybet jî ji bo jinan bibe rêbazek ya çareseriyê. Ji ber kar û xebatan me bi heskiriyên xwe re wext derbas nedikir, em dikarin rojên karantînayê ji bo vê bikin fersend û bi kar bînin.”   ‘Yên herî bandor dibin zarokin’   Duyguyê  bi taybetî bal kişand ser derûniya zarokan û ev pêşniyar kirin: “Ev pêvajo ji bo malbatan bi taybet jî ji bo zarokan gelek giran derbas dibe. Ji ber ku zarok nikarin tu wateyê bidin vê pêvajoyê. Dê û bav jî ji bo vê pêvajoyê hêsan derbas bikin  eleqeyek giran nîşa zarokan  didin. Ji bo wan em timî jiyanek bêkêmasî  dixwazin. Bi vê armancê jî em çalekiyan li gorî xwe ji bo wan amade dikin. Lê ev dibe sedem ku bi demê re zarok ji hunera xwe ya afirandinê dur bikevin, ev ji zererek mezin dide pêşveçûna wan. Divê em car caran bihêlin ku ew ji aciz bibin. Bi acizbûnê re ew ê fikarên nû bi wan re çêbibin û afrîneriya wan derkeve holê.  Heta ku ji me bê divê em wa teşfîqê tiştên ku sûdê jê bigiirn bikin.”    Gonilê di berdewamiyê de diyar kir ku gelek zarok di vê pêvajoyê de dema xwe li ser kompîtur, telefon, tablet û li ber Tv yê derbas dikin û ev tişt got: “ Li cihê ku em vê li wan qedexwe bikin,  divê em di demjimêrên diyar de bi şertê ku tiştên sûdê jê bigirin destûrê bidin ku temaşe bikin. Di vê di  vê deme de li ser medyaya civakî jî em dikarin gelek tiştên baş fêr bibin. Em dikarin film, belgefîlm û dîmenên li gorî temenê wan nîşanî wan bikn. Di dawiya rojê de jî divê em nirxandina rojê bi hev re bikin. Em dikarin pirsên weke  roja te çawa derbas bû? Di belgefîlmê de çi bala te kişand? Te ji fîlmê hez kir? Ji wan bikin. Ev ji wê bandoreke mezin li ser pêşveçûna wan bike.”   ‘Tirs ji vîrûsê bi bandortir e’   Duyguyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di van pêvajoyan de tirs ji vîrûsê bi bandortir e. Dema em van hestan kontrol nekin wê bi hêsanî veguherin panîkê. Ev ji wê bibe sedem ku aqlê me di aliyê rasyonel de nexebite. Êrişkirina firoşgehan, depokirina xurekan di enacam vê panîkê de pêk hat. Di rastiyê de em dizanin ku pêwîstiya me bi ewqas maqarna yan ji qolanyayê tune ye. Lê depokirina kesên derdurê bandor li ser derûniya me ji kir. Me xwe neçarî kirînê dît. Ev rewşa derûnî belavî hemû mirovan bû û di van rewşan de jî mirov li riya çareseriyê digere. Em ji li gorî xwe tevdîran digirin lê carna ev ji dibin sedem ku em bê fikar tevbigerin. Weke di îlakankirina qedexeyê de welatiyan rêbaza  navberdayînê tune hesibandin û girseyên mezin pêk anîn.”