Helîn Ekdî:Di vê pêvajoyê de li xwarina xwe baldar bin 2020-04-27 09:08:00   AMED - Diyetîsyen Helîn Ekdî, anî ziman ku ji ber pêvajoya karantînayê û şewba koronayê divê mirov di vê deme de bêhtir li xwarina xwe baldar bin. Ji ber ku di van rojan de pêdiviya laş pêhtir bi parastinê heye.   Ji ber şewba koronayê, her dewlet li gorî xwe tevdîran digire. Di çarçoveya tevdîran her kes mecbûrî dimal de bimîne hat kirin. Ev pêvajo jî hem di warê derûnî de û hem jî di warê civakî de  li ser gel dikare bandoreke neyînî pêk bîne. Her wiha ji ber ku her kes di malen xwe de dimîne tevger jî kêm dibe. Ev bêtevgerî jî dibe sedema qelewbûnê. Diyetîsyen Helîn Ekdî derbarê van mijaran de axivî û diyar kir ku divê em pergala bexşanê ya laşê xwe bihêz bikin.   'Xwe ji sarincokê dûr bikin'   Helînê diyar kir ku divê pêşî em bizanibin çima pêdiviya me bi xwarinê heye û wiha axivî: “Birçîbûna me ji ber pêdiviya laşe, an jî tenê birçîbûnek hestiyarî ye? Ger ku cudahîya birçîbûna rastî û ya hestiyarî bê famkirin em ê vê pêvajoyê rehet derbas bikin. Birçîbûna rastî hêdi hêdî xwe nişan dide û bi xarineke kêm dikare bê pêşwazîkirin. Lê birçîbûna hestiyarî hîn cudatir e. Bi wî awayî hûn ji nişka ve aloziya birçîbûne dijîn û hûn pêdivî bi şirînahiyê dibînin. Di heman demê de di vê pêvajoyê de ji ber ku em di mal de ne qada me ya ji bo tevgerê jî hîn kêmtir e. Ji ber vê yekê birçîbûna me ya hestiyarî zêdetir dibe. Divê em giringiyê bidin xwedîkirina laş û xwe ji sarincokê dûr bikin."   'Divê em avê zêde vexun'   Helînê anî ziman ku bernameya xwarinê ya rojane divê hertim bê sererastkirin û diyar kir ku terîha me divê xwarinên bi tendirusti bin. Helînê wiha berdewam kir: “ Pêngava me ya yekemîn divê em avê zêde vexun. Rojane herî kêm 2 lître û nîv divê em avê vexwin. Av ji bo hevsengiya laş û tendirustiyê girîng e.Di heman deme de ava pêvajoya birçîbûnê jî sererast dike. Dema em aloziya birçîbûnê dijîn divê em di serî de şûşekê av vexwin û vê aloziyê bixin bin kontrola xwe. Di nava rojê de heke kêm av bê vexwarin wê demê birçîbûnek zêde çêdibe.  Pêşniyarek din jî ew e ku divê şirînahî jî bi rêk û pêk bê xwarin. Ji ber ku şirînahî mirov têr dihêle. Di nava rojê de ligel fêkî û mewîjan şîr jî bê vexwarin, ji bo demek dirêj têr dihêle."   'Bila malbat zarokên xwe  hişyar bikin'   Helînê destnîşan kir ku ji bo parastina kîloyan gava yekemîn wezinandine. Ji ber vê jî pêdiviya me bi sporê heye. Helînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di demên karantînayê de ji ber sînorkirina tevgerên me, em çi dixwin bêhtir me qelew dike. Ji bo dûrketina ji xwarinê şîranahî divê em ji bo xwe bikin alternatîf. Heke di nava rojê de danekê me ji danekê din zêdetir be divê em danê zêde kêm bikin û wan herduyan wekhev bikin. Xwarinên amade hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan xala herî girîng in. Hem zû tê gihandin hem jî naveroka wê ji bo tenduristiya me dijminê herî mezin e. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdiviya me bi xweparastina laş  heye û ew xwarinên amade ji bo xweparastina laş xetereyek mezin e. Ji ber vê yekê divê em ji aliyê van tiştan hişyar û baldar bin.  Di vî aliyê de peywira malbatan girîng e. Divê zarokên xwe ji vî aliyî de hişyar bikin û ji wan re bibêjin ku ev xwarin ji bo tendirustiyê xeter in. Divê hertim bê zanîn ku çi tê xwarin."