Bîlançoya vîrûsa koronayê: 191 hezar û 84 kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-24 11:43:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî, heya niha li seranerê cîhanê 191 hezar û 84 kes bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Gorî rêjeya dawî herî zêde li Emerîkayê mirin çêbûne.   Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine, gihîşt 2 milyon û 726 hezar û 753 kesan. Hejmara miriyan jî 191 hezarî derbaz kir. Heya niha li seranserê cîhanê 749 hezar û 885 kesên bi vîrûsa Koronayê ketibûn jî baş bûne.   Li hinek welatan hejmara kesên bi koronayê mirine:   Emerîka: 49 hezar û 736   Îtalya: 25 hezar û 549   Îspanya: 22 hezar û 157   Fransa: 21 hezar û 856   Îngilistan: 18 hezar û 738   Belçîka: 6 hezar û 490   Îran: 5 hezar û 481   Elmanya: 5 hezar 404   Çîn: 4 hezar û 632   Tirkiye: 2 hezar û 491