183 hezar kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan 2020-04-23 11:05:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya dawî heta niha li tevahiya cîhanê bi vîrûsa koronayê 183 hezar û 405 kesan jiyana xwe ji dest dane. 2 milyon û 628 hezar û 621 kes jî pê ketine.   Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 183 hezar û 405 kesan jiyana xwe ji dest dane. 2 milyon û 628 hezar û 621 kes jî pê ketine. Heta niha bi giştî 713 hezar û 247 kes jî rehet bûne.    Li 31 Tirkiye û herêmê jî ber vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve ya ji bo 4 rojan dest pê kir. Li gorî biryarê; ji 22'ê Nîsana 2020'an saet 24:00 heta 26'ê Nîsana 2020'an saet 24:00 wê li 30 bajarên mezin (Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan) û Zongûldakê ji bilî rewşeke îstîsnayî wê liv û tevgera welatiyan a li derve qedexe be.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê duh daneyên dawî yên der barê şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) parve kirin. Li gorî daneyan di 24 saetên dawî de 117 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 3 hezar û 83 kesan de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.    Li Tirkiyeyê heya niha hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 396 û di 98 hezar û 674 kesî de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.