170 hezar kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan 2020-04-21 10:44:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 170 hezar û 345 kesî jiyana xwe ji dest dane.   Her roja diçe bandora şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) a li cîhanê zêde dibe. Li aliyekê vîrûs belav dibe û li aliyê din jî her welat tedbîrên nû digire. Li gorî geşedan û daneyên 24 saetan li tevahiya cîhanê heya niha 170 hezar û 345 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 2 milyon, 477 hezar û 586 kes jî, bi vîrûsa koronayê ketine. Heta niha bi giştî 651 hezar û 478 kes jî rehet bûne.   Bîlançoya vîrûsê li hin welatan wiha ye:    Emerîka: Hejmara miriyan, 42 hezar û 717, kesên pê ketine, 792 hezar û 913   Îtalya: Hejmara miriyan, 24 hezar û 114, kesên pê ketine, 118 hezar û 228   Îspanya: Hejmara miriyan, 20 hezar û 852, kesên pê ketine, 194 hezar û 416    Fransa: Hejmara miriyan, 20 hezar û 265, kesên pê ketine, 155 hezar û 60   Brîtanya: Hejmara miriyan, 16 hezar û 509, kesên pê ketine, 124 hezar û 734   Belçîka: Hejmara miriyan, 5 hezar û 828, kesên pê ketine, 39 hezar û 983   Îran: Hejmara miriyan, 5 hezar û 209, kesên pê ketine, 83 hezar û 505   Elmanya: Hejmara miriyan, 4 hezar û 862, kesên pê ketine, 147 hezar û 65   Çîn: Hejmara miriyan, 4 hezar û 632, kesên pê ketine, 82 hezar û 758   Holanda: Hejmara miriyan, 3 hezar û 751, kesên pê ketine, 33 hezar û 405   Tirkiye: Hejmara miriyan, 2 hezar û 140, kesên pê ketine, 90 hezar û 980    Kanada: Hejmara miriyan, hezar û 690, kesên pê ketine, 36 hezar û 831    Swîsre: Hejmara miriyan; hezar û 429, kesên pê ketine, 27 hezar û 944."   Rûsya: Hejmara miriyan, 405, kesên pê ketine, 47 hezar û 121