Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 2 milyonî derbaz kir 2020-04-15 12:04:25   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 126 hezar û hejmara kesên bi şewbê ketine jî ji 2 milyona kesî derbas kirin.   Malpera “worldometers” a ku daneyên vîrûsa koronayê li cîhanê berhev dike eşkere kir ku hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 126 hezar û hejmarî kesên bi şewbê ketine jî ji 2 milyona kesî derbas kirin.   Li 10 welatên hejmara herî zêde kesên bi şewbê ketine wiha ne: DYA 614 hezar û 246 kes, Îspanya 174 hezar û 60 kes, Îtalya 162 hezar û 488 kes, Fransa 143 hezar û 303 kes, Elmanya 132 hezar û 210 kes, Îngîlîstan 93 hezar û 873 kes, Çîn 82 hezar û 295 kes, Îran 74 hezar û 877 kes, Tirkiye 65 hezar û 111 kes û Belçîka 31 hezar û 119 kes.   Her wiha hat gotin herî zêde mirov li van welatan bûne qûrbaniyên şewba koronayê.