Di pêvajoya vîrusê de hemşîreyên beşa giran çi dijîn? 2020-04-14 09:11:00   ENQERE - Endama Komeleya Hemşîreyên Beşa Giran a Tirk, Prof. Dr. Gulçîn Bozkurt, got rêjeya tijebûnê ya beşên giran ji sedî 70’ê ye û di rojên pêş de dikare krîz bê jiyîn û got: “Hemşîreyên beşa giran di vê pêvajoyê de gelek diwestin. Valahiya hemşîreyan heye. Biryar dikeve ser berpirsên biryarê didin.”   Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona hejmara miriyan gihişt hezar û 198’î û her wiha vîrus her diçe belav dibe. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê hejmara nexweşên li beşa giran hezar û 665 e. Wezîrê tenduristiye Fahrettîn Koca di meha Adarê de diyar kir ku li nexweşxaneyên dewlet û taybet, bi giştî 25 hezar û 466 kapasîta beşa giran heye. Di pêvajoya dawî de rêjeya tijebûna beşa giran jî ji sedî 70’ê ye. Ji ber vê di vê pêvajoyê de hewcedarî zêdetir bi xebatkarên tenduristiyê û hemşîreyên beşa giran heye.   Endama Beşa Hemşîreyên Beşa giran a Zarokan ya Komeleya Hemşîreyên Beşa Giran a Tirk û akademîsyen a li zanîngeha Stenbolê, Prof. Dr. Gulçîn Bozkurt rewş nirxand.   ‘Berpirsyarî dikeve ser milê kesên biryarê didin’   Gulçînê daxuyakirin ku pêvajo bi fikar e û got: “Divê em zanînên xwe zelal bikin. Ji ber ku gelek alozî hene û her roj tiştek nû tê fêrkirin. Divê demildest em serê xwe zelal bikin, planên xwe bikin. Berpirsyarî dikeve ser milê gele kesî û yên biryarê didin. Divê demildest biryar bên dayîn. Pêvajo bi fikar e.”   ‘Di beşên giran de dibe ku krîz bên jiyîn’   Gulçînê di berdewamiyê de got nexweşî her diçe belav dibe, mirin zêde dibin û got: “Hejmara nivînên beşa giran û hemşîreyan kêm in. Li gorî agahiyên em ji hevalên hemşîre digirin rêjeya tijebûnê ji sedî 70’ê ye. Li gorî agahiyan di beşên giran de hem nivîn û hem jî hejmara hemşîreyan kêm in.”   ‘Hem barê wan giran bû û hem jî westiyan’   Gulçînê ev tişt daxuyand: “Hemşîreyên beşa giran hem di alî psîkolojîk hem di alî fîzîkî de bi bandor dibin. Hevalên me yên ji nexweşiyê bi bandor dibin, an jî pozîtîf derketine hene. Hevalên me yên di xebatê de gelek diwestin û çend rojan nikarin biçin malê hene.Ez niha ne li klînîkê me lê, em her tim bi hemşîreyên beşa giran re di têkiliyê de ne. Ez baş dizanim ku ew gelek westiyane. Gelek bi fikar in. Me wek komele ev çend roje, ji ber vîrusê der barê rewşa hemşîreyan de lêkolîn kir. Çapemenî jî rewşa hemşîreyan ji nedîtîve tê. Em ji bo hevpîşeyên xwe bi fikar in. Ez hemşîreyek akademîsyen im. Ez profesor im, hatine temenekî, ez hemşîreyek kev a beşa giran im. Ez nexweşa astim û hîpertansiyonê me. Ji ber vê li malê dersa onlîne didim. Lê ji bo hemû hevpîşeyên xwe bi fikar im.”   ‘Hewcedarî bi hemşîreyan heye’   Gulçînê destnîşan kir ku di hefteyên pêş de dibe ku di beşên giran de krîz bê jiyîn û got ew wek komeleya Hemşîreyên Beşa Giran ji bo pirsa ‘di rewşa krîzek heyî de em dikarin çi bikin’ li bersivê digerin û wiha pê de çû: “Em ji bo hemşîreyên ku beşa giran nizanin û ji bo beşa giran amade bikin plansaziyekê dikin. Ji wezaretê nivîs çûye ji saziyan re û gotine ‘divê demildest ji bo beşa giran hemşîre bên gihandin.’ Me jî tiştek wisa pêşniyar kiribû û xwe amade kir. Ez bang li hevpîşeyên xwe û jinan dikim. Ez ji bo hevpîşeyên xwe bi fikar im. Bila li xwe baldar bin ku civakê li ser piyan bigirin. Bi taybet hêza ku civakê biguhere û baş bike hêza jinê ye. Ez di wê baweriyê de me ku hêza jinê wê vê nexweşiyê têk bibe. Divê di vê pêvajoyê de jin hêza xwe nîşan bide. Divê civak jî ji hêza jinê fêdeyê bigire.Mînak jin der barê rûpoşan de xebatan dimeşînin, li malên piştgiriyê didin ekîpmanan. Ev ne tenê barê xebatkarên tenduristiyê ye. Ev bi têkoşîna civakî dikare bê veguhertin.”