‘Ji ber nîşaneyên kêm tên dîtin, kes xwe nexweş hîs nake’ 2020-04-12 09:08:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Doç. Dr. Akgul Akpinarli Antony diyar kir ku ji ber nîşaneyên kêm yên vîrusa koronayê gelek kes xwe wek nexweş nabîne û 12 semptom aşkera kirin. Pandemiya vîrusa korona (COVÎD-19) li cîhanê deng da. Nîşaneyên wê jî, kuxik, germahiya laş a bilind û westadin e. Her ku rewş giran dibe semptom jî derdikevin holê. Beşeke civakê nexweşiyê bi awayekî sivik derbas dikin û nîşaneyên wê yên ku pir zêde nayên dîtin, rê li ber gumanan jî venake. Semptomên tên zanîn, kuxik, germahiya laiş û westandin tê zanîn. Lê her kes dikarin bibin xwedî nîşaneyên cuda. Bi vî awayî bi hezaran kesê bi nexweşiyê dikevin, beyî ku vîrusê ferq bikin, rê li ber belavbûnê jî vedikin. Pispora Nexweşî û Tenduristiya Zarokan a 12 salan li saziya Natîonal InstÎtutes Of Health (NIH) ya Amerîkayê ya beşa Alerjî û Îmmunolojî xebitiye, Pispor Doç Dr. Akgul Akpinarli Antony nîşaneyên nexweşiyê nirxandin û got ev nexweşî bi awayekî dizî belav dibe û got: “Bi nîşaneyên kêm an jî qet nayên dîtin, ev vîrus mîlyonan kesî wek kesên nexweşiyê belav dikin, bi kar tîne.” ‘Çînê hîmê lêkolînên klînîkê ava kir’ Akgulê bi lêv kir ku nîşaneyên kêm tên dîtin yên vîrusê bi xebatên klînîkê hatine dîtin û got: “ Çîn li gorî welatên din zêde derfetên xebatên klînîk bidest xist. Piştî xetereya vîrûsê, li Çînê lêkolînan dest pê kir. Di lêkolîna klînîkê ya li eyalaeta Hubeî ya navenda vîrusê bû lêkolînek bi nexweşê kovîd re hat kirin û bi nexweş re nîşaneyên, êşa serî, gêjbûn, êşa mîdeyê, vereşîn, êşa sîngê hat dîtin. Ev nîşane bi 10 nexweşan re hatin dîtin.” ‘Divê li 12 nîşaneyan baldar bin’ Akgulê 12 semptomên ku mirovan li nexweşiyê baldar nake vegot: “Êşa serî, gêjbûn, tehm, windabûna tehmê û bîhnê, xitimandina poz, êşa sîng û bedenê, êşa zik, bê îştahî, vereşîn û emel. Ligel germbûna laş û kuxikê ev semptom jî tên dîtin.”