Bîlançoya vîrûsa koronayê: 37 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest da 2020-03-31 14:15:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî sîteya înternetê “worldometers” a ku her roj daneyên vîrûsa korona (Kovîd-19) ên tevahiya cîhanê nû dike, heta niha 37 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest daye û 786 hezar û 925 kes jî bi vîrûsê ketine.   Li gorî daneyên îro hatin parvekirin 37 hezar û 840 kesî ji ber vîrûsa koronayê mirin û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî 786 hezar û 925'î derbas kir. Tirkiye bi zedebûna hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin, gihaşt rêza 12’emîn a welatên cîhanê.    Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi vîrûsa koronayê mirin gişt 168’an û kesên bi şewba vîrûsê ketin jî, bi gişt 10 hezar û 827’an. Bi vî awayî Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin, ket rêza 12’emîn a welatên cîhanê de.    Li DYA’yê 164 hezar û 266 kes bi vîrûsê ketin û 3 hezar û 170 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li Îtalyayê jî ku weke navenda vîrûsê ya Awropayê tê bi nav kirin, hejmara kesên bi vîrûsê ketin 101 hezar û 739 derbas kir. 11 hezar û 591 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Karantinaya li tevahiya welat hatiye îlankirin wê herî kêm heya 12’yê Nîsanê dewam bike.