TTB: Xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne 2020-03-31 13:50:49   ENQERE - Li ser xetereya vîrûsa koronayê TTB’ê anketek bi xebatkarên tenduristiyê re çêkiribû û li gorî anketê xebatkarên tenduristiyê diyar dikin ku di her cûre kelûpel de kêmasî hene û di bin rîskek mezin de dixebitin.   Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) di 20’ê adarê de ji bo xeterya vîrûsa koronayê li ser xebatkarên tenduristiyê anketek dabû destpêkirin. Encamên hefteya duyem a ankete hat aşkerakirin. Hezar û 630 xebatkarên tenduristiyê bersiv dan vê anketê û balê kişandin ser şertên neyînî yên xebatê û kêmasiya kelûpelên nexweşxaneyan. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku ev kêmasî didomin û ji bo teşhîsa taybet û tedawiyê perwerdehî nehatiye dayîn. Her wiha destnîşan kirin ku hejmara xebatkaran nehatiye zêdekirin û ew nikarin pirsgirêkên dibînin ji rêveberiya asta bilind re ragihînin.    Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê diyar dikin ku ji bo vîrûsa koronayê cihek cuda yê mekanek tiraj nehatiye temînkirin û di her cûre kelûpel de kêmasî hene û di bin rîskek mezin de dixebitin.    TTB, bang li Wezareta Tenduristiyê kir û diyar kir ku ji bo xebatkarên tenduristiyê bikaribin bi pandemiyê re têbikoşin û divê şertên wan werin başkirin