Bîlançoya Îranê ya îro: Hezar û 762 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin 2020-03-24 14:21:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatê ku herî bi vîrûsa koronayê bi bandor bû Îranê li gorî daneyên dawî hezar û 934 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hejmar roj bi rojê diguherin.     Vîrûsa koronayê li Îranê bi bandorê û li gorî daxuyaniyên taybet heta îro hezar û 934 kesî jiyana xwe ji dest daye. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr eşkere kir ku di nava 24 saetên dawî de li Îranê hezar û 762 kesên din bi vîrûsa korona ketine û 122 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.   Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr bi daxuyaniyekê ragihand ku bi giştî heta niha li Îranê hezar û 934 kesan  jiyana xwe ji dest dane û her wiha 8 hezar û 913 nexweşên vîrûsa korona rewşa wan baş bûne.