Dr. Fîlîz Unal: Ev nexweşî bi vî awayî nayê kontrolkirin 2020-03-24 09:04:04   Dîlan Babat   ENQERE - Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku ji bo doktoran peywira ‘dane hebin nîşa bigirin û bişînin’ hatiye dayîn, ji bo xebatkarên tenduristiyê  amadekariyek têr nehatiye kirin û got: “Di vê demê de divê ji bo hemû kesên nîşane hene test bê kirin. Lê test û laboratuvarên me evqas tune ne."   Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa korona (Covîd-19) hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêde dibe. Ji ber vîrusê mirov jî bifikarin. Li Tirkiyeyê li dijî nexweşiyê asta têrbûna tedbîran bûn sedema nîqaşan. Endama Odeya Tabîbana Enqereyê (ATO) Dr. Fîlîz Unal, der barê rewşa nexweşxaneyan de axivî.   Fîlîzê daxuyakirin ku wezareta tenduristiyê dereng maye û tedbîrê pêwist negirtine û got: “Li cîhanê yekem car vîrûsa korona hat tespîtkirin û gelek welat beriya me bi vê nexweşiyê ketin. Ger me ev rast bişopanda û tedbîrên rast bigirta em ê îro bi ser ketana. Wezareta tenduristiyê dereng ma û alavên hewcedar amade nekir û ji ber vê bû sedema kaosê.”    ‘20 hezar kes ji Umrê hatin...'   Fîlîzê destnîşan kir ku nexweş nehatine tespîtkirin û wiha axivî: "Li Sîngapurê hemû kes hatin kontrolkirin. Hemû pozîtîf derketin û gotin nêzî kesên baş nebin. Li welatê me 20 hezar kes ji Umrê hat û meşandin nav gel. Hîna jî ji bo kesên ji derveyê welat tên test nayên kirin. Ev jî bêguman hejmara rast nîşan dane.”   Fîlîzê her wiha balkişand ser biryara der barê ku rûpûş bi reçeteyan tê girtin û wiha bi lêv kir: “Mixabin ev xebateke bê talîh e. Ji bo mirov neyên nexweşxane û ocaxên tenduristiyê gotin biçin dermanan ji dermanxaneyan bigirin. Ger di destê wezaretê de rûpûş hebin bila raste rast li dermanxaneyan belav bikin.”   'Bi qelsiyên xwe nikarin nexweşiyê kontrol bikin'   Fîlîzê, destnîşan kir ku doktorên xizmeta asta yekem didin ekîba ku herî baş dikare bê bikaranîne û ev ekîb dizanin ku ji bo kîjan nexweşî çi kontrolê bikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dizanin ku ev nexweşî çawa tê kontrolkirin. Lê ji bo van doktoran ji duh de ji bo kesên ji Umrê tên gotin ‘nîşane hebin nîşe bigirin’. Ji ASM’yan re gotin ku ‘bila nexweş neçin nexweşxaneyan, li ASM’yan pirsgirêka xwe çareser bikin’, ‘Ger nexweşiya we ya kronokî hebe ji bo rûpûş bê nivîsin biçin ocaxên tenduristiyê. Ev daxuyaniyên bêtalîh, wê bibin sedema belavbûna vîrusê. Hişê mirovan tevlihe dibe. Di van şertan de nikare pêşî li vîrûsê bê giritn. Ligel vê test û laboratuvar bi awayekî bandor nehatine amadekirin. Bi vê qelsiyê jî ev nexweşî nikare bê kontrolkirin. Her wiha divê valahiya kedkarên tenduristiyê jî bê tijekirin.”