‘Divê em guh bidin hişyariyên zanistî' 2020-03-22 09:17:45 Medya Uren AMED - Bijîşk Evîn Bahar Dundar di derbarê nexweşiya koronoyê (kovîd-19) diyar kir ku dive gel hişyariyên rayedar û ji zanyarên beşê tenduristiyê cidî bigirin, ji derveyê wê guh nedin her agahiyan û got: "Ji bo hûn agahiyên rast bigirin parvekrinên TTB’yê bişopînin."    Ji ber sedema nexweşiya koronoyê (kovîd-19) ê bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û her wiha rewşa tendirustiya hemû cîhanê ji dibin xetereyê de ye. Li gorî agahiyên fermî yên dewletê li Tirkiyeyê 670 kes nexweşin û 4 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Evîn Bahar Dundar derbarê koronoyê de agahiyên zanistî da.    ‘Divê kesên nexweş û temen mezin baldar bin’   Evîn da zanîn ku kesên nexweşiyên weke, hîpertansyon, nebesiya dil, diyabet, nexweşiya kezebê pêre hene û kesên temenê wan li ser 60’ê re be ji ber ku sîstema wan a jêbexşî yê lewaze bêhtir rastî nexweşiya koronoyê tên û jê bandor dibin. Evîn got li gorî daneyên li nexweşxaneyê tên kesên ku temenê wan mezin û nexweşiyan wan ên kronîk hene ne zêde ne. Evîn wiha berdewam kir: “Ji ber van sedeman kesên di beşa rîskê de ne divê zêdetir şiyarên dest şûştin û paqijiyê li ber çavan bigirin û baldar bin. Wezîrê tendirustiyê bi nexweşiya koronoyê re hinek ewlehiyan ji bo nexweşên kronîk girt. Ev nexweşên ku rapora wan hene, ligel ku dîroka wê ser re çûye dikarin dermanên xwe ji dermanxaneyê bigirin. Ango dîroka raporên wan heya sere hezîranê hat dirêj kirin. Di heman demê de nexweş dikarin bêyî ku serî li bijîşka û nexweşxaneyê bidin derman ji dermanxaneyan bigirin.”   ‘Dermanê ku di raporê de hatine dayîn bistînin’   Evrîm, di jiyana rojane û bûyerên wiha de ji dive kes dermanan bêyî rapora bijîşk nestînin. Evîn got dive gel şiyar be ango wê di TV û medyaya civakî de dermanên giyayî ên weke ‘ji bo her nexweşiyê riya çareseriyê’ tên parvekirin û pêşniyar kirin. Evîn got dive gel neyê lîstokên wiha û wiha berdewam kir: “Ji bo ewlehiyên koronoyê ji derveyî rêbazên zanistî divê em ji hemû rêbazên din dûr bikevin. Ji bo tesbîtkirina dermanên çareserkerê nexweşiyê dive lêkolînên berfireh werin pêşxistin. Di vê hêlê de divê xebatên mezin werin kirin. Ji bo nexweşiyek di 29’ê Kanuna 2019’an de hatiye tesbît kirin gotina çi başe yan çi nebaşe wê zêde ne rast be. Ango Rêxistina Cîhanê a Tendirustiyê bang kiribû ku kes dermanê ibuprofen nestînê, lê îro ji bi daxuyaniyê re vê zanistê betal kirin. Ez weke bijîşkek cardin dubare dikim dermanên ku ji aliyê bijîşk ve nehatine rapor kirin divê neyên girtin.”   ‘Di rewşa awarte de divê çi were kirin?’   Evîn got kesên nîşaneya COVÎD-19  yê pêre hene divê bi lezgînî telefona ALO 184 COCİD-19 xeta şêwirgehiyê bigerin. Evîn wiha berdewam kir: “Piştî ku we temas bi kesekî ev virûs dihilgire re kir, dema di 14 rojan de nîşaneyên nexweşiyê bi wer re rû dan serî li nexweşxaneyê bidin. Bi taybet kesên nexweşiya kronîk pêre heye û temenê wan mezin divê bi lezgînî tev bigerin. Li şûna em bêjin divê nexweş di vî rewşî de çibikin divê em bibêjin ji bo kes virûs negire divê çibike. Di van rewşan de armanca me divê xwe parastina ji vîrûsê be. Ji bo zanistiyên di vê derbarî de divê em Odeya Tendirustvanên Amedê (TTB) bişopînin. Li vir bi Tirkî û Kurdî weşan pekane ye.”   ‘TTB'ê bişopînin’   Evîn, ji sedan 80 kes vê nexweşiyê bi sempromên biçûk yan ji weke zekemê li malê derbaz kirine hene. Evîn, ger we şik ji kesekî bir ku nîşane li gel hene divê hûn wê teşfîqê çuyîna nexweşxanyê bikin yan ji heya hatina rayedaran wan di odeyekî cuda de bigirin. Evîn got avahî û holên em têde dijîn divê em paqij bigirin. Evîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gel paqijiyê ji bo avahî hewa bigirin em zû bi zû pencereyan vekin. Divê 2 metreyan dûrî mirovan rawestîn û divê em maske bi kar bînin. Di dema kuxîn û behnijînê de peceteyên em bikartînin divê em bixin poşetekî û derê wê bigirin bavêjin. Pêwîste em destên xwe 20 sanyeyan bi sabûnê bi gemirandinê bişon. Ango divê ev çalakî her tim were kirin. Ango  kesên ku nîşaneyên weke nefes tengî û daqurtînê pêre hebe dive serî li nexweşxaneyê hatine nîşandan bidin. Ji bo hûn zanistên rast bigirin parvekirinên TTB’yê bişopînin.”