Li Îranê bîlanço vîrûsa koronayê giran dibe 2020-03-21 14:36:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, 123 kesên din bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.    Her roja diçe li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê dimirin zêde dibe. Li gorî Wezareta Tenduristiya Îranê tenê îro 123 kesên din bi vîrûsa koronayê mirine. Bi vê re heya niha li Îranê 1 hezar û 556 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate gotin  ku 966 kesên din jî îro bi vîrûsa koronayê ketine.   Li gorî hejmarên dawî bi giştî heya niha li Îranê 20 hezar û 610 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 1 hezar û 556 kes jî mirine. Hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 7 hezar û 635 kesan.