Li Elmanyayê kurd komîteya têkoşîna li dijî koronayê ava kirin 2020-03-19 10:21:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ragihand ku li dijî pandemiya Covîd-19 wan Komîteyeke Têkoşînê ava kirine.   Koordînasyona KON-MED'ê û Komîteya wê ya Tenduristiyê ragihand, li dijî vîrûsa korona wan komîteyeke têkoşînê ava kirine. KON-MED'ê perspektîf ji komeleyên xwe hemûyan re şand û tevdîrên divê bên girtin destnîşan kir.    KON-MED'ê bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û ji bo kesên li malê dimînin jî seferberiya xwendina pirtûkan da destpêkirin.  KON-MED'ê têkiliya pandemiyê û kapîtalîzmê bi bîr xist û ji bo qurbaniyên Covîd-19 pênaseya "Tabloyeke metirsîdar" kir.   KON-MED'ê diyar kir ku gefeke mezin li bi milyaran mirovan û xwezayê tê xwarin, rewş gihîştiye asteke metirsîdar û ev bang kir: "Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku gelê me xwe ji deverên qelebalix vegire. Nedibû ku em li pêşberî vê rewşa metirsîdar bêdeng biman. Ji bo gelê xwe yê li Elmanyayê di mijara vîrûsê de agahdar bikin, piştgiriyê bide wan û pêwîstî pê hebe alîkariya tenduristiyê pêşkêş bikin, Komîteya Têkoşîna li dijî Vîrûsê hatiye avakirin."   Hate ragihandin ku Komîteya Tenduristiyê ya KON-MED'ê ji 8 doktorên li Elmanyayê pêk tê.