Tevî zayendperestî û pirsgirêkên aborî hîna li qadan e 2020-03-17 09:07:57   AMED - Futbulîstên jin yên Amedsporê, tevî newekheviya zayendê jî sahayan terk nakin û yek ji pirsgirêkên din jî aborî ye. Piştî qeyûm hat, tîmê gelek zehmetî kişandin û banga piştevanî û piştgiriyê dikin.   Futbolîstên jin yên Amedsporê ku gotin ‘jin jî di futbolê de hene’, rêwistiya di futbolê de vedibêjin. Demet Kiliç a di 7 salî de dest bi futbolê kir, niha 22 salî ye. Demetê seruvena xwe ya 15 salan vegot û diyar kir ku dema nû dest bi futbolê kiriye gelek pirsgirêk jiyaye.   Demetê wiha got: “Malbata min jî piştgirî neda min. Bi hewldanên mezin ewil malbata min qebûl kir piştre jî civakê. Dema min dest pê kir, mêran futbol dilîstin. Lê min dest jê berneda. Niha malbata min ligel min tê her maçê. Bavê min qet nedixwest. Niha tê min temaşe dike. Ger bawerî û daxwaz hebe divê em berdewam bikin.”   ‘Di şertên neyînî de lîstin, serkeftinek mezin e’   Demetê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Civak li hember jinan pêşdaraz bû. Divê ewil ew ji holê rabe. Me ev êdî şikandiye. Dema min nû dest pê kir ji bo jinan ewqas alternatîf tune bû. Lê her çû jinan zêdetir di futbolê de cih girt. Divê jin di futbolê de xwe pêş bixînin. Divê ji vir şûnde hêviya me zêdetir be. Me di şertên neyînî de lîstin û li gorî min ev serkeftinek mezin e.”   ‘Ne werzîşa mêran tenê ye’   Demekê got futbol ne werzîşeke aydê mêran e û wiha pê de çû: “Jin dikarin hemû werzîşan bikin. Em niha futbolê dilîzin. Dem bi dem zehmetî çêdibin. Derfetên ji bo mêran tên dayîn ji bo jinan nayê dayîn. Jinan dikin plana duyemîn. Di futbolê de zêdetir eleqeyê didin mêran. Em li heman sahayê di heman şertan de dilîzin lê eleqe ji bo wan zêdetir e. Tîma me di alî aborî de zehmetiyan dikşîne. Ji ber vê em mexdûr dibin. Ez bang li hemû şaredarî û rêveberan dikim ku pişgirî û piştevaniyê bidin me.”   Qeyûm pirsgirêk ava kir   Hêlîn Bayrak jî 6 sale di Amedsporê de dilîze. Hêlînê diyar kir ku Amedspor tîma gel e û got: “Piştî qeyûm tayîn bû em pirsigrêkên aborî jiyan. Amedspor camîayek mezin e. Amedspor girêdayî şaredariyê bû. Ji ber vê me di alî serwîs û sahayê de pirsgirêk nedijiya. Lê bi qeyûm re pirsgirêkan rû da. Qeyûm fon jî rakirin. Beriya qeyûm ji bo me butçeyek hebû. Lê ev jî êdî tune ye.”   Hêlînê bal kişand ser wekheviya di futbolê de û got ji bo jinan eleqe kêm e û jin di vê qadê de cuda tên dîtin û got: “Mêr li statyumê dilîzin lê em jin li sahaya sentetîk dilîzin. Me nêvî mêran pere digirt. Em rastî mêran rastî şîdetê jî dihatin. Li bajarên derveyê herêmê, dema em diçûn deplasmanê piranî mêr dihatin trîbunan. Dijûn û heqeret dikirin. Em ê jin tevî vê berxwedana xwe bidomînin. Ji bo me serbilindiyek mezin e.”