Li Îranê 429 kes ji ber vîrûsê koronayê jiyana xwe ji dest dan 2020-03-12 16:49:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Heta niha li Îranê ji ber vîrûsê 429 kes mirine, 10 hezar û 75 kes jî bi vîrûsê ketine.   Her diçe bandora vîrûsa Korona (Covîd-19) li Îranê zêdetir dibe. Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr ragihand  ku ji duh ve li Îranê 75 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane. Her wiha heta niha li Îranê bi giştî 429 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr heta niha li Îranê 10 hezar û 75 kes bi vîrûsa korona ketine û 3 hezar û 276 nexweşên vîrûsa korona sax bûne.   Li seranserî cîhanê heta niha 4 hezar û 716 kes ji ber vîrûsa korona mirine û 127 hezar û 771 kes ji pê ketine.