Prof.Dr Ozlem Azap: Kesên ne nexweş divê lepik û maske bi kar neynin 2020-03-12 11:44:39   Habîbe Eren   ENQERE - Prof Dr.Ozelem Azab a ku di Lijneya Çavdêriya TTB Covîd -19 de cih digre, diyar kir ku kesên temenê wan di ser 60 salî re, bi nexweşiya kezebê, yên ku organ neqlî wan hatine kir û derman zêde bi kar anîne zêdetir ji vîrusa Koronayê bi bandor dibin. Herwiha Ozlemê diyar kir ku kesên ne nexweş divê lepik û maske bi kar neynin ji ber ku jiyana wan bêhtir dikeve xeterê.    Vîrusa Koronayê ku bi navê Covîd -19 tê binavkirin di serî de li bajarê Vuhan ê Çînê hate dîtin û ji bilî Parzemîna Antartîkayê  li hemû parzemînan hatiye dîtin û ji sedî zêdetir li welatan belav bûye. Herwiha jî 8'ê Adarê û vir de hejmara kesên vîrus bi wan re hatiye dîtin derketiya ser 119 hezaran.     Rêxistina Tendirustiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku bi 109 hezar û 405 kesî re vîrus peyda bûye û hejmara kesên ku ji ber mirine jî 4 hezar û 300 e.    Wezîran Daxuyanî da: Xeterî zêde ye   Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca, di daxuyaniya ku di 11'ê Adarê de da diyar kir ku li Tirkiyeyê jî vîrus hatiye dîtin û di çarçoveya tedbîrên ku bên girtin de diyar kir ku kesên ji dervê weşat tên divê 14 rojên xwe li malê derbas bikin. Dîsa di heman rojê de bi tevlibûna Wezîrê Tendirustiyê Fahretîn Koca, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Erso û Wezîrê Bazirganiyê  Ruhsar Pekcan civîn ji çapemeniyê re hat lidarxistin û hat diyarkirin ku xeteriya vîrusê zêde ye.   Korona Vîrus Çi ye?    Korona vîrus ku li gelek deverên cîhanê belav bûye, di nav kesan de dibe sedema tirs û xofê. Baje e Korona vîrus çi ye?   Corona (Korona) vîrus komeke vîrusên ku di nav sewalan de gelek belav e. Di hin rewşan de, mirovên zanist wekî rewşa zoonotîk tê dîtin, yanî ev vîrus dikare ji sewalan derbasî mirovan bibe.    Semptomên vîrusê    Enfeksiyon herî zêde xwe bi semptomên bîhnçikandinê, gerbûna laş û kuxikê aşkera dike. Di rewşa giran de jî xwe bi îltîhaba rêya nefesê, nebesiya gurçina û heta mirinê jî diçe. Lê li gorî daneyên heyî asta nexweşiyê nayê zanîn.   'Divê dest zêde bên şûştin'   Prof Dr. Ozlem Azap ku di Lijneya Çavdêriya TTB Covîd -19 de cih digre û li Zanîngeha Başkentê ya Enqereyê dixebite derbarê vîrusê de nirxandin kir.      Ozlemê bal kişand ser tedîbrên ku divê ji bo vîrusê bên girtin û wiha got: "Divê mirov xwe zêdyî metrokê nêzî kesê nexweş neke, ji ber ku vîrus bi kuxikê û bi destgirtinê ji kesan derbasî kesên din dibe. Vîrus di heman demê de ji destê ku vurus lê hebe dema bi çav, rû û dev dikeve derbasî laş dibe.  Ji bo ku mirvo xwe ji vê biparêze jî divê nexweş maske destê kesên ne bi vê nexweşiyê negire, hembêz neke. Herwiha divê kes şûştina destên xwe zêde bikin. Bi taybetî jî kesên li derve bi her têkilîdayînekê re divê destên xwe bişon .Ger derfeta şûştinê tunebe jî divê bi kolonya ango dermanekî din paqijiya dest bê kirin.  Bi vî awayî kes dikarin xwe ji vê nexweşiyê biparêzin.   'Test li her nexweşxaneyê nayên kirin li navendên diyar tên kirin'   Ozlemê diyar kir ku test li her navendê yayê kirin û wiha berdewam kir: "Li hemû navendan testa vîrusê nayê kirin. Li her bajarekî navendek heye û li wê tê kirin. Tê gotin ku nexweşî tê vegartin lê ev ne pêkan e. Ji ber ku Sûriye ne tê de li welatên cîranên me ne ev vîrus belav bûye û netîdina vîursê ya li Tirkiyeyê tiştekî ecêb bû. Cara yekê duh hat tespîtkirin û ev jî divê mirov neteirsîne û ne tiştekî ku em ne li bendê bûn."   'Kesên ne nexwseş divê maske û lepik bi kar neynin'   Ozlemê diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek tiştên derbarê nexweşiyê de tên zanîn şaş in û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Di vê warî de tişta bê kirin diyar e .Kesên bi nexweşiyê divê dernekevin nava civakê û kesên ku ne nexweşin jî  Virüs hakkında çok fazla bilgi kirliliği olduğuna dikkat çeken Özlem, bu konuda alınması gereken önlemlerin çok net olduğunu ifade etti. Hasta kişilerin mümkün olduğu sürece toplum arasına çıkmaması gerektiğini vurgulayan Özlem, kamuoyunda bilinenin aksine hasta olmayan kişilerin maske ve eldiven kullanmaması gerektiğini, kullanmaları dahilinde kendilerini daha fazla riske atacaklarını kaydetti.   Riskli gruplar   Son olarak 60 yaş üstü, akciğer hastaları, organ nakli olanların ve bağışıklık sistemini baskılayan ilaç kullananların risk grubunda olduğunu ve virüsün etkisinin daha ağır hissedildiğini dile getiren Özlem, “Mümkünse bu kişiler bu süreçte dışarı çıkmasın. Çıkması gerektiğin de bir yere temas etmemesi gerekiyor. Gün içinde telefona, kapıya her yere temas ediyoruz. Böylesi durumda ellerimizi yıkamak ve etrafımızı dezenfekte etmek çok önemli” şeklinde konuştu.