Rêxistinên Tendûristiyê: Divê Wezerata Tendûristiyê bi berpirsyarî tevbigere 2020-03-11 17:12:24   AMED - Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, di çarçoveya 14’ê Adarê Cejna Bijîşkan de daxuyanî da çapemeniyê.    Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, di çarçoveya 14’ê Adarê Cejna bijîşkan de li ber avahiya Nexweşxaneya Zarokan a Selahattinî  Eyubî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “ Êdî Bese, Ger Tundî Hebe Xîzmet Nine “ hate vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de ji aliyê xebatkarên tendûristiyê ve dovîzên “Ji bo tendirustvanan bila zagona tundiyê derkeve, tundiya li dijî bijîşkan bila bi dawî bibe” hat vekirin. Şaxa SES a Amed, Odeya Bijîşkan, Odeya  Bijîşkên Diranan û Însiyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê tevlî daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî ji aliyê Serokên Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr ve hat xwendin. Mehmet Şerîf diyar kir ku li dijî tundiyê ew her tim di çalakiyê de bûn û anî ziman ku tevî hemû bertek û nêrazîbûnan ji bo pêşî girtina tundiyê tu gavên girîng nehatin avêtin û got:” Li dijî tundiyê me gelek caran kar berda, gelek caran jî em li ber saziyên xwe, li ber avahiyên kargehên xwe di nav çalakiyê de bûn. Me bi meşan,daxuyaniyan û nobetan li dijî tundiyê dengê xwe bilind kir. Roj hat me li parlementoya Tirkiyeyê heta serê sibehan di civînên komîsyonan de cih girt. Ji bo ku pêşiya vê tundiyê bigirin em li her deran di çalakiyê de bûn. Lê mixabin îqtîdara AKP’ê ji bo ku pêşiya tundiya li tendirustvanan bigire tu gavên girîng ne avêtin. Ji xeynî wê tunehesibandina mafê xebatkarên tendûristiyê zêde bû. Wekî nêzikatiyên SABÎM û CİMER tendûristvan hatin hedef nişandan.”   Mehmet Şerîf di dirêjiya axaftina xwe de bang li Wezereta  tendûristiyê kir ku berpirsyariya xwe bine cih û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Em wekî rêxistinên tendûristiyê ji tundiya li dijî tendûristvanan re dibêjin êdî bes e. Ger tundî hebe, xîzmet tune ye.  Em li vir bang li Wezerata  tendûristiyê jî dikin ku ji bo pêşiya tundiya li dijî xebatkarên tendûristiyê bigire divê bi lez û bez bi berpirsyarî tevbigere.”    Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.