Wezaret û fîrmayan li hev kir, dermanxane û welatî hatin rû hev 2020-03-02 09:08:14   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Piştî zema ji bo dermanan hat kirin dermanxane û welatî mexdûr bûn. Fîsun Saglam diyar kir ku dewlet dermanfiroşan wek kasa dewletê dibîne û got dema vî pereyî digirin demildest fature tê birîn lê nexweş dibêjin qey ji me re dimîne û em bi welatiyan re tên rû hev.   Wezareta Tenduristiyê, Saziya Derman û Alavên Tibî ya Tirkiyeyê di 14’ê Sibata 2020’an de di Komîsyona Nirxandina Bihayan de biryar girt û ji bo dermanan ji sedî 12.10 zem kir.   Fîsun Saglam ku 24 sale pîşeya dermanxaneyê dike, diyar kir ku ev rewşeke têkildarî diyaloga navbera wezaret û Midûriyeta tenduristiya navendî de ye û got: “ Fîrma, wezaret û midûriyetên tenduristiyê navbera xwe de biryar girtin. Ya bû jî li dermanxane û nexweşan bû. Nexweş û dermanxane mexdûr bûn û hatin hember hev. Di depoyan de derman tune ye. Dema nexweş dermanan nabînin bertek nîşanê dermanfiroşan didin. Sûcê dermanxaneyan di vir de tune ye. Bi rastî jî em derman di depoyên Tirkiyeyê de nabînin.”   ‘Em wek kasiyerên dewletê ne lê kes vê nizane’   Fîsunê di berdewamiyê de destnîşan kir ku civak xwedî nêrîna ‘dermanxane zêde qezenc dike’ ye û got: “Lê wek tê dîtin nîne. Divê fakulteyên dermanxaneyan hinek bên frenkirin. Gelek mezûnên wê hene. Mînak li Edeneyê dermanfiroş 80-90 salî hene. Hinek rewşê ne etîk hene. Dema ew dermanxane bên tespîtkirin û girtin wê dermanfiroş jî bi rastî pîşeya xwe bikin. Pirsgirêka herî mezin a me ev e ku em bi nexweşxan re tên rû hev. Dewlet pereyê dermankirinê dixwaze, dema em ji nexweşxan dixwazin xwe tengavî dikin û dibêjin qey dikeve bêrîka me. Em wek kasiyerên dewletê ne. Dema em vî pereyî digirin demildest fature tê birîn. Nexweş jî dibêjin qey ji me re dimîne.”   Denîz Tufan a ku 19 sale dermanfiroşiyê dike jî got di depoyan de derman, bi taybet jî dermanên girîng nayên dîtin û got: “Depo dermanan nadin. Bi taybet nexweşên bi rapor di zorê de dimînin. Derman hene lê piştî zemê derdixin. Niha tevî zem hatiye jî hîna derman nehatine. Ev dermanên girîg in. Ez dermanfiroş im, li dermanên kurê xwe jî digerim û dibînim.”