'Werzîş ji bo tenduristiyê gelekî baş e' 2020-02-28 09:02:04   Hêlîn Mihemed   QAMIŞLO - Hevseroka Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Werzîşê ya li kantona Cizîrê Şungul Mihemed Hemo diyar kir ku werzîş pêwistiyeke girîng e û wiha got: “Jin di warê werzîşê de êdî bûye aliyekî bingehîn û wê di dema pêş de bibe yek ji çalakgerên bingehîn a di pêşbaziyên heyva gulanê de."   Têkildarî şopandina erka jinê ya di warê werzîşê û danasîna gavên ku jin di vê dema zehmet de diavêjin de û ji bo em têkildarî kêrhatinên jinan ên di qada werzîşê de agahiyê bigirin me serî li Nivîsgeha Lîstikên Jinan da û bi Hevseroka Yekîtiya Werzîşê Şungul Mihemed Hemo re  hevdîtin çêkir.   'Bedana mirov bi werzîşê re xurt dibe'   Şungulê di despêka nirxandina xwe de bal kişand ser girîngiya werzîşê ya ji bo tendirûstiya mirov a bi giştî û bi taybet ji bo jinê û wiha got: "Pêwîstiya werzîşê gelekî girîng e. Bedena jinê ji qelewbûnê re vekiriye. Her wiha ji bo nexweşiyên weke şekir û tansiyon jî werzîş gelek girîng e. Bedana mirov bi werzîşê re xurt dibe. Ew qelewbûna zêde jî bi vê sayê tê astengkirin."     'Tevlîbûna jinê ya ji bo perwerdeya werzîşê girîng e'   Ji bo pêşketina jinê ya di qada werzîşê de Şungulê wiha got:"Gihandina jinê ya di asta werzîşê de û tevlîbûna jinan a di warê yekîtiya werzîşê de girîng e. Em dixwazin qada werzîşê bêtir pêş bikeve. Di derbarê pêşdebirina şaxên werzîşê de nîqaş di navbera hevserok û rêveberan de jî didome. Em berpirsiyar in ku hemû pêdiviyan bi cih bînin. Di rojê de 8 saet ji bo wan tên veqetandin ku bikaribin li lîstikgehê bilîzin û perwerde bibin."    'Tevlîbûna tîmên jinan a ji pêşbaziyan re, mînakên serkeftinê ne'   Şungulê diyar kir ku jin di demên dawî de dikarin di her lîstikên werzîşê de cih bigire û wiha dewam kir: "Em dikarin bêjin ku 22 tîmên werzîşa jinan hene. Navên hinekan ji wan jî wiha ne; Nadî Qamişlo, Berxwedan, Îtihad, Ehlê Amûdê, Ciwanên Amûdê, Nadî Findix. Tevlîbûna tîmên jinan a ji pêşbaziyên ku li kantonê weke mînakên serkeftinê di 2019'an de hatin lidarxistin, bû sedema serkeftinê.     'Ji ber rewşa şer tîma Serêkaniyê neket nava pêşbaziyê'   Şungulê bal kişand ser tîmên ku di pêşbaziya baskêtbolê de cîh girtine û wiha dewam kir:"Asayîş, Serdem, Dîcle, Ciwanên Hesekê û herî dawî jî Tîma Ehlê Amûdê bûn ku beşdarî pêşbaziyê bûn. Di nava van de tîman de ya bi ser ket jî ya asayîşê bû. Di gogê destan de jî 9 tîmên cîh girtin navê wan ev in; Ciwanên Amûdê, Ciwanên Baz, Serdem, El Îxwe û Selam, Cûdî, Aştî û Îtîhamd bûn. Li klûba dewriya fotbolê jî 9 tîman cîh girtin. Di navê de tîma Serêkaniyê jî hebû. Ji ber rewşa şer tîma Serêkaniyê neket nava pêşbaziyê. Di lîstikên weke satranc de jî jinên gelek xwe pêş xistiye hene."   'Kesê ku tevlî lîgên dewrî bibin dê bên hilbijartin'   Şungulê teqez kir ku her jin dikarin di lîstîkên tîman û yên ferdî de jî cih bigirin û wiha pê de çû: "Lîstikên ferdî û komî jî weke karete, satranç, goga lingan, zenbîl pînponê hene. Di heyva adarê de perwerdeya wan weke her sal dê were destpêkirin. Her wiha perwerdeya tehkîm (hekem) ew ê bên destpêkirin. Li ser vê bingehê kesê ku tevlî lîgên dewrî bibin jî wê bên hilbijartin."   'Werzîş ji bo tendirûstiya laş baş e'   Şungulê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Werzîş ne tiştekî şerm e yan jî guneheke. Berovajî vê werzîş ji bo tendirûstiya laş baş e. Em hewil didin ku rola jinê di her aliyekî de bidin rûniştandin. Pêşketina wê diyar e li ber çavan e. Asta wan a di werzîşê dide diyarkirin ku jin jêhatî ne. Banga min ji bo jinan ew e ku xwe bigihînin yekîtiyê û cih tê de bigirin. Em jî weke rêveberî berpirsiyarê soza xwedîderketina keda wan dikin."