Ji ber vîrûsa korona li Îranê 16 kes mirin 2020-02-25 16:05:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine bû 16. Hat diyarkirin ku di balafirekê de ya ku ji Îranê dihate Tirkiyeyê, kesekî bi koronavîrusê hatiye tespîtkirin.   Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine bû 16. Tê diyarkirin ku kesên xistine bin çavdêriyê jî hejmara wan 60 derbas kiriye. Li eyaletên cihê yên Îranê di du rojên dawîn de ji ber vîrusê 4 kesên din jî mirin û di 60 kesan de vîrus hatiye tespîtkirin. Li gorî jêderkên ne fermî hejmara mirî û kesên bi vîrus gelekî zêde ye.   Li gorî ajansa nîvfermî ya ILNA’yê di Alîkarê Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Bijîşk Îrecî Herîrçî bi vîrûsa korona ketiye.