Vîrûsa korona belavî 26 welat û herêman bû 2020-02-25 14:00:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji doh ve li Çînê ji ber vîrûsa korona 71 kesan jiyana xwe ji dest dane. Vîrûs ji derveyî Çînê belavî 26 welat û herêman bûye. WHO hişyariya da û ragihand ku divê cîhan ji belavbûna vîrûsê re xwe amade bike.   Li gorî raporî herî dawî ya Komîsyona Tenduristiya Çînê di nava 24 saetên dawî de li Çînê 71 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê giştî heta niha 2 hezar û 663 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya NY’yê, hişyariya metirsî da ku vîrûsa korona belavî tevahî cîhanê bibe.   Her wiha 508 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî 77 hezar kes pê ketine. Çînê xwarina lawirên biyanî û bazirganiya wê qedexe kir. WHO bang kir ku divê cîhan amade be ji belavbûna vê vîrûsê ya tevahî cîhanê re.  Li gorî daxuyaniya ji aliyê Midûrê Giştî yê WHO’yê ve hate kirin, bûyerên ji nişkave yên nû ku li Îtalya, Koreya Başûr û Îranê  weke ‘fikarên pir metirsîdar in’ pênase kir. WHO hişyariya da û ragihand ku divê cîhan ji belavbûna vîrûsê re xwe amade bike.   Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesûs di civîna çapemeniyê ya li Cenevreyê de got: Di demekê de ku ji aliyekî ve ji bo pêşîgirtina şewba vîrûsê xebatek zêde têkirin, ji aliyê din ve jî ji bo ev şewb belavî tevahî cîhanê nebe, tişta ji destê me bên em dikin.”   Vîrûsa Koronayê ji derveyî Çînê belavî 26 welat û herêman bûye. Li Ewropayê tenê li Îtalyayê 219 weqa hatine tesbîtkirin, 6 kes mirine, 11 jî di karantînayê de ye. Li gorî daneyên fermî li Îranê heta niha 12 kes ji ber vîrûsa korona mirine. Lê, parlementerê Qûm Ehmed Amîrabadî Farahanî diyarkiriye ku tenê li wî bajarî 50 kes mirine.   Balyozê Çînê yê Rusyayê Zhang Hanhui diyar kir zanyarên Çînî aşiya çareserkirina vîrusa Korona peyda kirine. Zhang diyarkir niha aşiya vîrusê di testên dawî de ye.