Rêxistinên tenduristiyê: Heke daxwazên me neyên qebûlkirin em ê biçin grevê 2020-02-25 13:47:50   AMED - Ji bo mîtînga 15'ê Adarê ya ku li Enqereyê bê lidarxistin, Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê daxuyaniyek dan û gotin heke daxwazên wan ên li dijî tundiyê ku ji 5 xalan pêk tên, neyên bersivandin dê di 17'ê nîsanê de biçin grevê.    Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, ji bo mitînga "Li Dijî Tundiya di Tenduristiyê de Mitînga Spî" ku dê di 15'ê Adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xistin. Nûner û rêveberên Odeya Bijîjkan a Amedê, Odeya Dermanfiroşan a Amedê, Odeya Diransazan a Amedê, Odeya Beytaran a Amedê, Înîsiyatîfa Derûnînasên Mezopotamyayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê û Şaxa Komeleya Pisporen Xizmetên Civakî ya Amedê tevlî civînê bûn. Di civînê de Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr axivî.    Di civînê de hat diyar kir ku ji ber tundiya li wan tê kirin nikarinê karê xwe bikin wiha hat gotin: "Em her tim hedef tên nîşandan û li ser karê xwe em bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber vê tundiya li me tê kirin, em hatine asteke wisa ku nikarin karê xwe bikin. Em êdî ji karê xwe aciz bûne." Di civînê de 5 daxwazên rêxistinê wiha hatin rêz kirin:    "* 'Pêşniyarqanûna tundiya di tenduristiyê de' ku ji aliyê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ve hatiye amedekarin, bila demildest ji aliyê Meclîsê ve bê qebûlkirin.   * Bila tundiyên ku dema xizmetên tunduristiyê pêk tên weke qezaya cihê kar ango nexweşiya pîşeyê bên nirxandin.    * Bila randevûyên muaneyan ên nexweşan li gorî demeke têrker bên sererastkirin   * Bila di beşen lezgîn de tenê ji bo nexweşên lezgîn xizmet bê dayîn.   * Bila xizmetên tenduristiyê yên asta yekemîn bên başkirin û derbasî pêkanîna zîncîra sewqê bê kirin."   Di civînê de herî dawiyê hat diyar kirin ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê di 17'ê nîsanê de biçin grevê.