Heyva Sor a Kurd li herêma Firatê dest bi aşîkirina zarokan kir 2020-02-18 12:06:13   KOBANÊ - Heyva Sor a Kurd û Desteya Tendirustiyê li Herêma Firatê dest bi hemleya aşîkirina zarokan a li dijî nexweşiyên falcbûnê, kirin.   Heyva Sor a Kurd û Desteya Tendirûstîyê yên Herêma Firatê bi alîkariya Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, li Herêma Firatê di 17’ê Sibatê de dest bi hemleya aşîkirina zarokan a li dijî nexweşiyên falcbûnê, kir. 60 kes tevlî hemleyê bûne ji wan 40 li Kobanê û 20 jî li Sirînê. Ev grûb  li hemû navendên tendirustiyên Herêma Firatê belav bûne. Wê hemle 5 rojan li herêmê dewam bike û di çarçoveya hemleyê de wê zarokên yek rojî heta 5 salî bên aşîkirin.   Hemşire Firyal Elo ya ku tevlî hemleyê bûye, da zanîn ku ji  sala 2018’an ve ji ber nepeydakirina derziyan zarok nehatine aşîkirin û got: “Bi armanca parstina zarokan ji nexweşiyên felcbûnê li Herêma Firatê me dest bi hemleya aşîkirinê kir. Di pêvajoya yekemîn de tîmên me li navenda Kobanê û Sirînê belav bûne,  em serdana  malan dikin û zarokan aşî dikin, piştre jî wê  ev hemle li navçe û gundên Herêma li Firatê belav dibin. Bi hêvî me dayik bi me re bibin alîkar û bi hev re em zarokan ji nexwaşiyan biparêzin.”   Hemleya Heyva Sor a Kurd li herêmê di roja duyem de dewam dike.