Roj bi roj hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona zêde dibe 2020-02-18 11:01:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê her çendî hejmara kesên vîrûsa Korona li ser wan tê tesbîtkirin kêm dibe jî lê dawî li mirinan nayê. Ji doh ve 98 kesên din jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara fermî ya qurbaniyan li Çînê derket hezar û 868'an.   Li gorî demên derbasbûyî, li Çînê hejmara kesên ku vîrûs di xwîna wan de tê dîtin, ji sedî 40 kêm bûye. Ev yek ji aliyê pisporan weke nîşaneyeke erênî tê binavkirin. Lê tevî vê yekê jî dawî li mirinên komî nayê. Komîteya Tendirûstiyê ya Çînê têkildarî encama dawî a vîrûsa Coronayê de ev agahî bi raya giştî re parve kirin.   Li gorî vê yekê di nava 24 saetên derbasbûyî de 98 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 93 kes xelkê eyaleta Hûbeî in. Kesên ku vîrûs di xwîna wan de hatiye tesbîtkirin jî hezar û 886 in. Li gorî vê yekê, hejmara fermî ya qurbaniyên vîrûsê li Çînê derket hezar û 868'an û ya kesên bi vîrûsê ketine jî bû 72 hezar û 436.