Werzîş rengê jinê ye û gavên wê yên serkeftinê ne 2020-02-17 09:02:59   Hêlîn Mihemed   QAMIŞLO - Hevseroka Navenda Werzîşê ya Ciwanên Qamişloyê Necma şêxo, derbarê danasîna rola jinê di nava werzîşê de nirxandin kir û got: “Jinê bi îradeya xwe zihniyeta civakê ya hîşk  şikand û xwedî li îradeya xwe derket, di nava lîstikvanan de em hewil didin ku rêzabên nû ji bo lîstikê biafrînin, Em bi hêvî ne ku ev yek bibe nîşaneya serkeftina tevahî jinan.”   Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re jin bûn xwediya felsefeyek nû ya jiyanê  û gavên girîng di pêşveçûna şoreşê de avêtin. Yek ji qadên pêşketina jinê tê de çêbûye jî komîteya werzîşê ye. Jinê di nava vê qadê de jî roleke girîn lîstiye Têkildarî danasîna rola jinê û pêşketina wê di nava werzîşê de, Hevseroka Navenda Werzîşê ya Ciwanên Qamişloyê Necma şêxo nirxandin kir û ji ajansa me re axivî.   'Li gel zehmetiyên heyî me gavên serkeftî avêtin'   Necma di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand  ser avakirina komîteya werzîşê û wiha got: “Di sala 2016’an de  Komîteya Yekîtiya Warzîşa Ciwanan hat avakirin. Yek ji erkên komîteyê jî avakirina 22 beşên wezîşê û avakirina tîmên werzîşê yên ku di nav de hatine bicihkirin e. Li gorî derfetên heyî û rewşa ku em tê de ne, gavên serkeftî hatin avêtin. Em dikarin bêjin li gor vê rewşa zehmet me dikarîbû em 150 tîmên sporê li Qamişlo, Cizîra Xerbî, Elaye, Cofintos, Rohilat, Tasadi, Emel, Cizîra Kornîş, Armanc, Qendîl û Cirnikê ava bikin.”    'Em hewil didin ku rêzabên nû biafrînin'   Necma destnîşan kir ku hijmara lîstikvan û tîmên gelerî yên ku hatine avakirin weke serkeftinekê dibînin û wiha domand:” Di nava lîstikvanan de em hewil didin ku rêzabên nû ji bo lîstikê biafrînin û li ser vî esasî xebata xwe pêş bixin.  Hijmara endamên me digihêje 700 kesî, ji destpêka avakirinê de me mirovên ku enerjiya wan taybet e û hezkirina wan ji warzîşê re heye anîn gel hev û bi vê rêbazê me tîmên xwe ava kirin. Bi dirûşmaya "Werzîş jiyan e" her kes dikare bê gel hev û bilîze. Di bin siwana hezkirin, wijdan û hişmendiya azad de em tên gel hev. Ji ber ku werzîş li ser navê wekhevî, hezkirin û hevqebûlkirinê hatiye pêşxistin. Herwiha  werzîş xwedî felsefeyeke hişmendî û rêgezên hûrmetdayînê ye.”   'Pêşxistina pisporên werzîşê gava sereke ye'   Necma di dewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser projeyên xwe ên siberojê jî û wiha pê de çû: “Ji bo pêşerojê em hewil didin ku hin hijmarên ciwanan û lîstikvanan zêdetir bikin. Pêşxistina pisporên werzîşê ji bo me gaveke sereke ye, ji ber her ku mirov çiqas birêxistin ewqas mirov bi ser dikeve. Banga me ji bo tevahî ciwan ku tevlî navnedên warzîşê bibin. Werzîş rengê jinê ye”    'Jinê bi îradeya xwe zihniyeta civakê şikan'   Di dawiya axaftina xwe de Necma wiha got: “Jinê bi îradeya xwe zihniyeta civakê ya hîşk şikand û xwedî li îradeya xwe derket. Em bi hêvî ne ku ev yek bibe nîşaneya serkeftina tevahî jinan."     Hêjaye gotinê ku wê di demeke nêz de dewreyeke gokê  ya jin û mêran li Lîstikgeha Şehîdên 12'ê Adarê  bê lidarxistin.