Hejmara miriyên nexweşiya Koronayê gihaşt 724 kesan 2020-02-08 11:16:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihaşt 724 kesan.   Nexweşiya Koronayê li Çînê û cîhanê her ku diçe zêde dibin. Li gorî daneyen dawî hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihaştiye 724 kesan. Tenê du kes li derveyî Çînê mirine, yên din hemû li nav Çînê de ne. Li gorî agahiyan, hejmara berkeftiyan jî gihaştiye 34 hezar û 569 kesan.   Tê gotin ku li Çînê du hezar û 109 kes û li welatên din jî 36 berkeftiyên Koronayê baş bûne.