Pêşî li beşeke girîng a penceşêrê dikare bê girtin 2020-02-04 09:47:05   NAVENDAN NÛÇEYAN - Her sal derdora 10 milyon kes ji ber cûreyên penceşêrê jiyana xwe ji dest didin ku ev hejmar salên dawî zêde dibe. Di sala 2012'an de 82. milyon mirov ji ber penceşêrê mirin. Di sala 2018'an de ev hejmar gihîşt 9.6 milyon mirovî.   Li gel zêdebûna nifûsa cîhanê her wiha extiyarbûna nifûsê jî yek ji sedemên zêdebûna mirina ji ber kanserê tê nîşandan. Lê belê şert û mercên jiyanê û xwedîkirinê, bikaranîna madeyên kanserojen a ji ber teknolojiya pêşketî, weke sedemên girîng tên dîtin. Di sala 2012'an de 82. milyon mirov ji ber penceşêrê mirin. Di sala 2018'an de ev hejmar gihîşt 9.6 milyon mirovî.   Li gorî raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jiyana dûrî liv û tevgerê û obezîte gefeke girîng e. Ji zarokan heta mirovên bi temen kêmbûna liv û tevgerê dibe sedem ku hucreyên penceşêr di nava beden de rû bidin û sîstema parastinê ya li dijî van kêm bibe. Di rapora dawî ya pisporên WHO'yê de ya sala 2018'an, nîvê wan li Asyayê li tevahiya cîhanê zêdeyî 18 milyon mirov bi cûreyên penceşêrê ketin. Li welatên xizan tevî ku hejmara mirovên bi penceşêr kêm in, hejmara yên ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest didin zêde ye.   Cûreyên penceşêrê    Ji sedî 70'î mirina ji ber penceşêrê bi taybetî li welatên xizan rû didin. Li welatên Ewropayê, yek ji çar an jî pênc kesên jiyana xwe ji dest didin ji ber cûreyên penceşêrê jiyana xwe ji dest didin. Di mirina 10 milyon mirovî ya ji ber penceşêrê de rola sê cûreyên penceşêrê balê dikişîne. Penceşêrên pişik, sîng û kolon sedema yek ji sê mirinên ji ber penceşêrê ne. Li gelemperiya cîhanê di nava penceşêrên ku dibin sedema mirina mêran penceşêra pişikê di rêza sereke de ye. Li gorî daneyên sala 2015'an ên WHO'yê, piştî penceşêra pişikê, penceşêrên kezebê, mîde, kolorektal û prostat ji cûreyên kujer ên penceşêrê ne.   Bêtîr penceşêra sîngê yan jî memikê cûreyê sereke yê penceşêrê ye ku dibe sedema mirina jinê. Herî zêde jin bi penceşêrên pişikê, kolorektal, malzarok û mîdeyê re têdikoşin.    Li dijî penceşêrê kampanya   Bi taybetî li welatên pêşketî, di têkoşîna dijî kanserê de tevî teşhîsa zû tê kirin, her wiha kampanyayê ji bo pêşîgirtina li sedemên nexweşiyan pêşketineke girîng heye. Mînak li Fransayê di navbera salên 1990 û 2015'an de bisaya kampanyayê ji bo teşhîskirina zû ya penceşêrê, nêzî nîvê nexweşên penceşêrê kêm bûn. Tê texmînkirin ku li welatên xizan eger derziyên li dijî enfeksiyonên onkogenê bên zêdekirin wê her sal derdora milyonek mirov bi penceşêrê nekevin. Pisporên WHO'yê destnîşan dikin ku derzî û dermanên li dijî enfeksiyona Human pailomavîrûs (HPV) a li dijî penceşêra malzarokê û derziya li dijî Hepatît B a li dijî penceşêra kezebê girîng e.   Tevî kampanyayên pêşîgirtinê û teşhîsa bi zû, her wiha têkoşîna li dijî penceşêrê jî girîng e. Divê civak hemû karibe xwe bigihîne derfetên tedawîkirinê. Di sala 2015'an de hatibû ragihandin ku li welatên pêşketî ji bo tedawîkirina 9 ji 10 cûreyên penceşêrê derfetên tibî pêşkêşî civakê hatine kirin. Lê belê ev yek li welatên xizan tenê yek ji sê paran e.   Madeyên kîmyewî rîska kanserê zêde dike   Pispor destnîşan dikin ku çixare di serî de penceşêra kezebê, sedema yek ji pênc parên mirina ji ber penceşêrê ye. Çixare her wiha sedema bingehîn a cûreyên penceşerê yên qirikê, dev, gurçik, mîzdank, pankreas, mîde û malzarokê ye. Tenê di penceşêra pişikê de 70 ji sedî ji ber bikaranîna çixareyê ye. Yek ji sedemên bingehîn ên penceşêrê jî jiyaneke bêliv û tevger e; bikaranîna zêde ya goştê sor û xwarinên nebaş in. Kîloyên zêde û obezîteya ji ber vê yekê rû didin rîska penceşêr mezintir dike. Ji ber vê yekê liv û tevgera bi rêk û pêk a fîzîkî û xwarina bi rêk û pêk girîng e.   Vexwarina alkolê bi rengekî zêde, dibe sedema kanserên dev, qirik, kezeb, kolon û sîngê. Her wiha enfeksiyonên dikare rê li ber wan ê girtin û qirêjiya hewayê ya ji ber bajarbûnê rîska kanserê zêde dike. Tevî van hemûyan bikarnaîna madeyên kîmyewî rîska kanserê zêde dike. (ANF)