Kesên ku ji ber vîrusa korona mirin derket 40’î 2020-01-25 14:08:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrusa korona ya ku ji bajarê Vûhan yê Çînê derket holê û li tevahiya welat belav bû hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 40’î.   Ji ber vîrusa korona ya li Çînê hêjmara miriyan her diçe zêde dibe û ev yek bandorê li ser gelek welatên cîhanê jî dike. Komîsyona Tendirustiyê ya Neteweyî ragihand hêjmara kesên ku ji vîrusê bi bandor bûne derketiye hezar 287’an û ji wan rewşa 237 kesan giran e. Ji kesên ku mirine 39 ji wan ji eyaleta Hûbeî ne. Ji ber vîrusê li gelek bajarên Çînê tevgera çûn û hatinê hatiye rawestandin.   Hate ragihandin ku li Ewropayê piştî du kesan vê carê jî li Fransayê, vîrûsa Korono ya ku li Çînê belav bûye di kesekî din de hatiye dîtin. Tedbîrên ku hatine girtin bandorê li hevsengiyên aborî yên li cîhanê jî dike.