Li ser penceşêra devê malzarokê semîner hat lidarxistin 2020-01-18 15:18:53   QAMIŞLO - Komeleya Jinên Rewşenbîr yên herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên derbarê tenduristiyê de didomînin û agahî didin civakê. Îro jî mijar pencerşêra gerdena (devê) malzarokê bû.     Komeleya Jinên Rewşenbîr yên herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd ya herêma Cizîrê, li ser penceşêra gerdena (devê) malzarokan, li navenda Mihemed Şêxo semînerek li dar xistin. Bi sedan mamosteyê jin û mêr ya bajarê Qamişloyê tevlî semînerê bûn.    Semîner ji aliyê şêwirmenda tenduristî ya Heyva Sor a Kurd Edla Eyo ve hate dayîn. Edla di nava sermînerê de penceşêra gerdena malzarokê pênase kir. Sedema derketina pencerşêrê, pênceşêra gerdena malzarokê û li ser çareseriya nexweşiyê agahî da. Her wiha bi wêneyan qala nexweşiyê hat kirin.    Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.