Ji xizmeta ku nedîtin deyndar derketin 2020-01-09 09:36:11   Fîlîz Zeyrek   EDENE - 5 mîlyon welatiyên ku ji ber deynên prîmê xwe nedane wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin. Jinan diyar kir ku mafê tenduristiyê mafê sereke ye û gotin: “Ev dewleteke çawa ye gelo? Ji xizmeta tenduristiyê ya ku me nedîtiye deyn ji me re derxistine.”   Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) diyar kiribû ku kesên deynê wan yên prîmê heye wê heta 31’ê Kanûna 2019’an ji xizmeta tenduristiyê bibînin. Bi vê rewşê re jî wê 5 mîlyon mirov ji xizmeta tenduristiyê fêdeyê negirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan.   Jina bi navê Ayten Zeyrek, da zanîn ku li welatê xwe nikare biçe nexweşxanê û got: “Qerta kesk tune, sîgorte tune. Ji ber vê divê min pere bida. Deynê me bûye 700 TL. Me nikaribû ev deyn bida. Hevjînê min betale. Em nikarin debara xwe bikin. Du zarokên min hene. Ez qebûl nakim, divê deynê me bê paqijkirin. Heta ku belge nehatibû malê agahiya me pê tunebû. Ez çûm alîkariya civakî, min serlêdana qerta kesk kir. Lê ew jî nedan. Gotin divê tu bi pere biçî nexweşxanê. Her tişt bûye pere. Gelo ev dewleteke çawaye.”   ‘Mafê me ji me digirin’   Sevîm Tekdemîr jî destnîşan kir ku tevî naçe nexweşxanê deyndarê dewletê ye û got: “Kaxiz hat ji min re. 750 TL deyn xuya dike. Ez nikarim vî deynî bidim. Du zarokên min hene. hevjînê min naxebite. Nexweşxane, dermanxane, beşên lezgîn pere digirin. Bi mîlyonan kes mexdur bûye. Tevî ku ez îsal neçûme nexweşxaneyê jî 750 TL deyn xuya dike. Mafê me yê herî sereke ji me girtin.”   Muzeyyen Tunç jî anî ziman ku divê êdî dewlet berê xwe bide gel û got tevî ew nexweşe nikare bçe nexweşxaneyê û divê dewlet demildest çareyekê bibîne.