‘Bawesîr rê li ber nexweşiyên din jî vedike’ 2020-01-07 09:05:48   Medya Uren   AMED - Bijîşk Zeynep Şener Bahçe, bal kişand ser nexweşiya bawesîrê û diyar kir ku divê bê agahiya bijîşk derman neyên bikaranîn û got: "Gelek kes ji ber ku şerm dikin naçin nexweşxaneyê. Lê divê li xwe baldar bin, dibe ku di pêşerojê de ev nexweşî bibe sedema nexweşiya penceşêrê jî."   Bawesîr wekî hamoroîd tê nasîn û di demên dawiyê de di nava civakê de bêtir derdikeve holê. Ji ber ku gelek kes şerm dikin  û naçin bijîşkan. Ev nexweşî jî wekî nexweşiyên din, heke zûtir neyê teşîskirin û tedawiya vê nexweşiye neyê kirin dibe ku di demên pêş de xetereyên mezin bi xwe re bîne. Bijîşk Zeynep Şener Bahçe li ser hamoroîdê (bawesîr) rawestiya û agahiyên girîng parve kirin.    Bawesîr çi ye?   Zeynep di destpêka axaftina xwe de pênaseya nexweşiya bawesîrê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hamoroîd ku di nava gel de weke bawesîr tê zanîn û di anusê de bi mezinbûna û stûrbûna demaran re tê gotin. Demarên ku di boriya anusê de dadikevin xwarê û girdibin, bi ve re xwîn dibe. Bi demê re ev ji boriyê derdikevin ku ev tê wateya ku rewş xeter bûye. Bawesîr bi du beşan pêk tê yek a hundur û ya din jî derve. Piranî ya hundur bêêş û ya ji derve jî biêş derbaz dibe. 4 qonaxên bawesîra hundirîn hene. Di qonaxa yekem de diyardeya yekem ji anûsê herikîna xwînê ye. Ya duyem de jî bawesîr di dema çûyîna avrêjê de dikeve xwarê û bi xwe vedigere. Di qonaxa sêyem de jî basûr derdikeve ji derve û tenê bi dest dikare were xistina hindûrê anusê de, ev dibe sedemê perç ê jî. Di qonaxa herî dawî de jî bawesîr ji anusê derdikeve ji derve.”   Li van nîşaneyan baldar bin   Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser nîşaneya bawesîrê û çend hişyariyên girîng parvekirin û wiha got: "Bi taybetî jî di dema çûyîna avrêjê de pirsgirêk û êşên giran diyardeya yekem a bawesîrê ye. Şewitîna anusê, jê hatina xwîna paqij, werimîn û hiskirina şilbûyînê û di desmêjiyê de bêsazûmanî nîşaneya nexweşiyê ne û divê em lê baldar bin. Bêyî ku rewş giran bibe em serî li nexweşxaneyan bidin. Bila nebe sedema nexweşiyên cuda. Ya girîn jî ev ê ku dibê di binê wê de tîmor hebe ku bawesîr dibe destpêka penceşêra rûviyan jî. Di dema xwîn ji anusê hat divê bi lezgînî em biçin nexweşxaneyê. Çend teşîseke zû bê kirin û tedawî zû dest pê bike dê ev qas em ê ji nexweşiyê rizgar bibin."   Sedemên bawesîrê   Zeynep, diyar kir ku ji sedî 50 kesî bi nexweşiya bawesîrê re rûbirû dimînin û bi taybetî ev nexweşî di temenê 40 salî û 40 salî jortir de tê dîtin. Zeynep wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nexweşiya bawesîr berê kesên di temên mezin de bêtir dihat dîtin. Lê niha ji ber şert û mercên jiyanê, xwarin, vexwarinê û rêbazên tedawiyê di her temenê de ev nexweşî rûdide. Divê kesên ku di malbata wan de çîroka nexweşiya bawesîrê hebin divê xwe baldar bin. Dibe ku faktorên genetîk jî bibin sedema nexweşiya bawesîr e. Kesên bi kîlo, kesên gelek bi pirsgirêka qebzê re rûbirû dimînin dibe ku vê nexweşiyê hildigirin. Divê were zanîn ku kesên rûniştî kar dikin jî talukeya giritina vê nexweşiyê hene. Xwarinên tûj û baharatên tûj bandorê li ser bawesîrê nake."    Di nexweşiye de şeklê tedaviyê   Zeynep anî ziman ku di dema mezinbûn û pêşketina nexweşiya bawesîr de bi mudaxelaya cerahî nexweşî ji holê tê rakirin û wiha got: "Di dema nîşaneya nexweşiyê de divê em bi lezgînî serî li nexweşxaneyê bidin. Ji bo mudaxeleya nexweşiyê ev pêwist e. Divê neyê gotin dê derbas bibe. Bi taybetî jî jin di vê mijarê de şerme dikin ku biçin nexweşxaneyê. Heke zûtirin neyê mudaxalekirin dibe ku nexweşî xwe veguherîne penceşêrê. Her wiha divê beriya teşhîsê dermanên bawesîrê neyên bi karanîn. Divê were zanîn ku her dîtina xwînê nabe bawesîr."   'Çûyîna xwe ya bijîşkan teloq nekin'   Zeynep, bal kişand ser nêzikariya mirov a li nexweşiyan û wiha bi dawî kir: "Divê her kes ji bo jiyaneke bi tenduristî bi awayekî pergalî werzîşê bikin û serî li bijîşkan bidin û kontrola xwe bikin. Dema nexweşiyan de çûyîna xwe ya nexweşxaneyê taloq nekin."